Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşên Muşekî û Dronî yên li Herêma Odesa Didomîne


Karbidestên Ukraynî îro Pêncşemê radigihînin Rûsya bi muşekan êrîşan dibe ser Odesa ya li başûrê welêt.

Li gor ragihandina karbidestan bi muşekên dawî 14 kesên li ofîseke postayê birîndar bûne.

Tevî êrîşên dawî hêzên Rûsî di hefteyekê de cara 3’yan êrîş birin ser Odesa.

Walîyê herêma Odesa Oleh Kiper got ku Rûsya bi muşekan êrîşan dibe ser sîvîlan û dîyar kir ku kiryarên wê sûc in.

Rûsya îdiayên ser kuştina sîvîlan red dike lê ew pirtir ji du sal in bi muşek û dronan êrîşan dibe ser bajarên Ukrayna.

Karbidestên Rûsî jî îro Pêncşemê radigihînin ku Ukrayna bi dronan êrîş birine ser herêmên wê yên cuda.

Walîyê herêma Oryol Adrei Klychkov got ku sîstemên berevanîya esmên yên Rûsî li ser du herêman dron sekinandine, lê dîyar kir ku binesazîya enerjîyê zarar dîtiye û elektrîk qut bûye.

Walîyê herêma Smolenskê Vaisly Anoklin got ku Ukrayna bi dronan hewil daye ku êrîşan bibe ser navendên enerjîyê.

Berpirsên herêma Kursê jî dîyar dikin ku droneke Ukrayna hatiye xistin û zarar li xetên elektrîkê ketiye.

Amerîka roja Çarşemê dîyar kiribû ku Rûsya dijî hêzên Ukraynî kloropîkrîna fetisîner bi kar anîye û ew bi binpêkirina qedexeyên kîmyayî tawanbar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku Rûsya li Ukrayna ajanên kontrolkirina serhildanê wek rêbazeke şer bi kar tîne.

Wezareta Derve radigihîne ku hêzên Rûsî jibo li enîyên şer serketinên taktîkî bi dest bixin kîmyayîyan bi kar tînin.

Artêşa Ukrayna dibêje hêzên Rûsî gazên rondikrêj yên bi CS û CN jî dixebitînin.

Karbidestên Ukraynî didin zanîn ku bi kêmî ve 500 leşkerên wan bi jehrê ketine û leşkerekî wan jî ji gaza rondikrêj fetisîye.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG