Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa jiber Tundîyê, 29 Alîgirên Tîma Futbolê ya Rûsî Dersînor Dike


Alîgirên Rûsî û Britanî şer dikin
Alîgirên Rûsî û Britanî şer dikin

Polîsên Fransî dest bi dersînorkirina 29 Rûsîyan kir ku di turnuvaya futbolê ya Euro 2016 de, berî çend rojan bi alîgirên Britanî re ketibûn pevçûnan.

Pirtir jî 35 kesan birîndar bûbûn, piştî ku alîgirên Britanî û Rûsî li kolanên dora stadyuma Stade Velodrome şerî hev kiribûn.

Piştî ku lîstin 1-1 dawîbû, piştgirên tîma Rûsî derbazî alîyê piştgirên Britanî bûbûn û gelek temaşevan hilkişîbûn ser hesinan û bi zorê xwe filitandibûn.

Qesra Kremlîn tundî şermzar kir û ji alîgirên xwest ku hember provokasyonan aramîya xwe biparêzin.

Berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov got, ew ji alîgirên Rûsî çaverê dikin ku rêzê li qanûnên Fransî bigirin û di maçan de reftarên baş nîşan bidin.

Sazîya futbolê ya Ewrupî, UEFA îro Sêşemê $168,000 li tîma netewî ya Rûsî birî û ew hişyar kir ku dikare ji kêbirkeyan were dûrxistin.

XS
SM
MD
LG