Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Rûsî Piştgirî Didin Hêzên Hikûmeta Sûrî


Firokên Rûsî li Sûrîyê
Firokên Rûsî li Sûrîyê

Jêderekî leşkerî yê Sûrî ji Reuters'ê re got ku di operasyona bersîvdana êrîşên serhildayan de li hember hêzên hikûmetê li Hema de, firokên Rûsî jî bi êrîşên xwe piştgirî didin wan.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku komên serhilda yên bi pêşengîya cîhadîyan roja Sêşemê êrîşeke mezin li hember hêzên hikûmetê destpê kir û heta niha 11 gund û bajarok ji destê hêzên hikpmetê standin.

SOHR bal dikşîne ku ev êrîş di nav mehên borî de êrîşa herî mezin ya hember rejîma serokê Sûrî Beşar Esad e û komên çekdar yên Sûrî di demên dawî de ji jimareke alîyan êrîşên dijî Esad rêve dibin.

Dîreoktorê SOHR'ê, Rami Abdulrahman da zanîn ku ku komên çekdar yên Sûrî îro Înê êrîşên xwe li gundên Qomhana ya 8 km bakurê Hema zêde kirine.

Şerên zêdebûyî di vê demê de tên ku li ber e, gereke nû ya danûstandinên aştîyê li Cenevrê destpê bikin.

XS
SM
MD
LG