Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Kurdên Sûrî: Hatina Leşkerê Tirk ya Nav Axa Sûriyê Nayê Qebulkirin


Salih Muslim. Asia Abdulla
Salih Muslim. Asia Abdulla

Ajansa Reuters ji bajarê Stenbul ragihand ku, berpirsên Kurdên Sûriyê operasiyona artêşa Tirk ya nav axa Sûriyê şermezar kirîye û weke zurdestiyeke ku nayê qebulkirin binav kirîye û gotin e, Tirkiyê dê di avziha şerê Sûriyê de winda bike.

Roja çarşemê Tirkiyê dest bi operasiyona nav axa Sûriyê kiriye weke Tirkiyê dibêje artêşa wan û hind gropên opozisyona Sûrî ev operasyon bi armanca rizgarkirina bajarê Cerablus daye destpêkirin herweha ew dixwazin sinorên Tirkiyê ji çekdarên DAIŞ û Şervanên Kurd biparêzin, weke Tirkiye dibêje.

Salih Muslim hevserokê partiya Yekêtiya Demokrat (PYD) di twîteke xwe de serê sibeya roja çarşemê weşandiye û di nivîse "Tirkiye jî, weke DAIŞ ê dê li Sûriyê şkestinê bixwe".

Herweha peyvdarê Yekîniyên Parastina Gel (YPG) Rêdur Xelîl gotiye, hatina artêşa Tirk ya nav axa Sûriyê binpêkirina serweriya Sûriyê ye zurdariyeke zelale liser rewşa navxwe ya Sûriyê, ev operasiyon ji encama hevkariya Tirkiyê bi Îran û Sûriyê re pêkhatiye, weke Rêdur Xelîl dibêje.

Hêzên Sûriya Demokrat ku, ji şervanên Kurd û Arab pêktê û piraniya wan hêzan kurd in, şiyane çekdarên DAIŞê ji piraniya herêmên bakurê Sûriyê derbiken, şervanên kurd bûne cihê tirsa dewleta Tirk, jiber ku Tirkiye partiya PYD û Şervanên Kurd weke baskekê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ê dibîne ku ji sala 198an heta niha dest bi tevgerek çekdarî kiriye li dij dewleta Tirk.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu roja çarşemê da zanîn ku divê şervanên Kurd vegerin rojhilatê Çemê Firat.

XS
SM
MD
LG