Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Rûniştineke Taybet Ser Îdiayên Rola Rûsan di Hilbijartinan de Pêk Anî


Komîteya Îstixbaratê ya Senatoya Amerîkî, wek beşeke lêpirsîna maytekirina Rûsya ya di hilbijartinên seroktîya Amerîkî de, îro Pêncşemê rûniştineke vekirî ser bizavên Rûsya yên bandorkirina hilbijartinên Amerîkî li dar xist.

Di rûniştinê de Senator Mark Warner, endamê bilind yê Demokrat îdia kir ku Rûsya hewil da ku bi kempeyneke nepênî medya Amerîkî bênirx bike.

“Serokê Rûsî Vladimir Putîn fermana kempeyneke baû plankirî û bi mebest da ku sîstema me ya hilbijartinê têk bibe,” Warner got.

Wî bi berdewamî got ku Rûsya pirtir ji 1,000 kesên pispor xebitandin ku derheqa hilbijartinan agahîyên şaş û yekalî li ser înternetê belav bikin.

Pisporê Foreign Policy Research Institute, Clint Watts ji komîtê re got ku bi hezaran kesên ku bi hikûmeta Rûsî dixebitin, bi rêya medya civakî sîyasetvanên Amerîkî dikir armanc û navêrokên piştgirên Rûsî dişandin wan.

“Nûçeyên wiha pêş di malperên “sipî” yên wek Russia Today û Sputnik de dihatin weşandin, dû re di malperên “grî” de bi awayekî sansasyonelî û derewkarî dihatin parve kirin û di dawî de jî di medya civakî de dihatin parve kirin.

Putin îro Pêncşemê dubare kir ku welatî wî ti car hewil nedaye ku maytekirina di hilbijartinên Amerîkî de bike.

XS
SM
MD
LG