Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Nûnerê Amerîka yê jibo Gaza, Satterfield Wê Karê Xwe Berde


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê du jêderan ragihand ku nûnerê Amerîka yê jibo Gaza David Satterfield wê di demeke kin de ji karê xwe vekişe.

Reutersê dîyar kir ku li şûna Satterfield, karbidesta payabilind ya berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Lise Grande wê dest bi kar bike.

Satterfield 6 meh berê jibo mijarên mirovahî yên li Rojhilata Navîn yên Amerîka hatibû erkdar kirin û wî bi taybetî bala xwe dabû ser krîza mirovahî.

Grande niha Seroka Enstîtuya Aştî ya Amerîka ku karên xwe bi awayekî serbixwe dimeşîne.

Wê, ku berê pirtir ji 25 salan jibo NY xebitîbû, li Yemen û Îraqê jî alîkarî bi rêve biribûn.

Şerê Hamas û Îsraîlê 6 meh in didome û NY jiber astengîyên li pêş şandin û belavkirina alîkarîyan ji demeke dirêj vir ve bi gazinc e.

Îsraîlê piştî ku Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê wir dest bi operasyona Gaza kir ku ji wê çaxê vir ve bi mîlyonên kesên li herêmê bi felaketeke mirovahî re rûbirû mane.

Satterfield roja Sêşemê dîyar kir ku Îsraîl jibo alîkarî herin Gaza gavên girîng diavêje, lê ser birçîbûna giran ya herêmê hişyarî da.

Raporeke bi piştgirîya NY’ê, ku meha borî hatibû weşandin, dîyar dike ku birçîbûna giran dibe ku meha Gulanê were bakurê Gaza û heta Tîrmehê jî li tevahîya herêmê belav bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG