Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê Koalisyonê Warren: Emê Berdewam Piştgirîya HSD'ê Bikin


Berdevkê koalisyona navnetewî Kolonel Steve Warren
Berdevkê koalisyona navnetewî Kolonel Steve Warren

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Kurdan îro dest bi operasyona ber bi Raqqa kir ku wê navenda rêvebirinê ya DAIŞê rizgar bike.

HSD ya hevalbenda Amerîka îro bi daxuyanîyeke vîdyoyî destpêkirina operayonê ragihand.

Fermandara wê ya Kurd Rojda Felat got ku “ew vê operasyonê bi piştgirîya koalisyona bi pêşengîya Amerîka li bakurê Raqqa destpê dikin.”

Berdevkê koalisyona navnetewî Kolonel Steve Warren jî îro li ser operasyona HSD'ê daxuyanîyek da û piştgirî bo operasyonê dîyar kir.

"HSD ragihand ku ew dest bi operasyona bakurê Raqa kir. Me bala xwe tim daye derxistina DAIŞê ji Raqqa û emê bi berdewamî piştevanîya HSD'ê bikin.”

Tevî ku qumandara Kurd ragihandibû ku hêzên Amerîkî jî ligel wan tev li operasyonê dibin, Warren red kir kur rola spesifik ya hêzên Amerîkî eşkere bike.

"Wekî hun dizanin, em li ser operasyonên Hêzên Taybet napeyîvin," Warren got.

Warren daxuyanîyên Wezîrê Derve ya Rûsya Sergei Lavrov, ku li Ozbekistanê gotibû ew dikarin piştgirî bidin operasyona Kurdan û koalîsyonê, red kir û got ne pêkan e ku ligel Rûsya kordînasyon hebe.

XS
SM
MD
LG