Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nakokîyên di Nav Hevpeymanîya Opozisyona Sûriyê de


Di kombûneke awarte de, Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî hefteya borî hin “çaksazî” ragihandin, ku di encamê de endamtiya 4 pêkhate û 14 kesan ji nav bir, bi îdîaya ku ew ne çalak bûn.

Rexnegir dibêjin Hevpeymanî rastî hin kêşeyên rijd dibe û renge ew di demeke nêzîk de parçe bibe.

Serokê Hevpeymaniyê Salim al-Muslit di bersiva sedemên dûrxistina çar pekhateyan de, behsa danûstandina hin endaman bi rêjîma Sûriyê re kir.

Wek bersiv, grûpekê ji Hevpeymaniyê ku navê xwe kir Şepêla Çaksazî daxuyaniyek belav kir û tê de ev guhertin wek kudeta bi nav kirin û banga “çaksaziyên rasteqîn” û hilbijartina serkirdayetiyeke nû ji bo Hevpeymaniyê kir.

Hevpeymaniya ku bi dehan welatên cîhanê, pênasîn pê dikir û alîkarî jê re pêşkêş dikirin, çima sal bi sal bi şûn ve çû û niha jî rastî perçebûnê dibe?

Herêmêm bakur û rojavayê Sûriyê ku di bin destê grûpên çekdar yên opozisyonê de ne çiqas pênasînê bi Hevpeymaniyê dikin?

Hikûmeta demkî ya Sûrî çi desthilatdarî li ser grûpên çekdar heye?

Berê van nakokiyên di nava Hevpeymaniyê de li ku ye û çarenûsa Hevpeymaniyê çi ye?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi beşdarbûna Ebdella Gedo, Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê û nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nav Hevpeymaniyê de ku Stenbolê dimîne şîrove dike.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 8-12-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:27 0:00

XS
SM
MD
LG