Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Plana Tirkiyê Ya Vegerandina Penaberên Sûriyê


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hefteya borî ragihand ku welatê wî plan dike melyonek penaberên din yên Sûriyê vegerîne welatê wan û ji wan re mal û xizmetên bingehîn dabîn bike.

Li gor planê, dê hikûmeta Tirkiyê bi alîkariya rêxistinên ne hikûmî yên xwecihî û navnetewî 100,000 yekeyên niştecîbûnê ava bike.

Li gor Erdogan, Tirkiyê dê plana vegerandina penaberan li 13 navçeyan cîbicî bike, di nav de jî Azaz, Al-Bab û Til Abyad (GirêSpî).

Tirkiyê dibêje ew stratejiya xwe bi hin projeyan pêş de dibe da ku handeriya Sûriyan bike ku veger in, lê ne diyar e ka Sûrî dê bixwazin vegerin yan na.

Serkirdeyên opozisyonê û Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu soz daye ku Sûriyan vegerîne welatê wan eger ew di hilbijartinên sala 2023an de wek serok were hilbijartin.

Rewşa niha ya penaberên Sûriyê li Tirkiyê çawa ye û hikûmet niha çawa serederiyê bi war re dike?

Liv û tevgera wan ji aliyê yasayî ve çawaye û çawa hin ji wan dikarin derbasî Sûriyê bin û careke din vegerin Tirkiyê?

Gelo penaber, berî hebûna çaresiyeke giştî ji bo Sûriyê, dê erê bikin vegerin?

Eger ew nexwazin vegerin, hikûmeta Tirkiyê dikare çi bike?

Gelo Tirkiyê li dor vê plana vegerandina penaberan hevrêzî bi civaka navnetewî re kiriye yan na?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Edhem Başo, pizîşk û çavdêrê siyasî ku li Tirkiyê dimîne û Şelal Geddo, endamê nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di Hevpeynîya Opozisyona Sûrî de ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Geddo dibêje,” Wek Koalisyona Opozisyona Sûriyê, em ne li gel vegera neçar ya xelkê ne. Di derbarê penaberan û rewşa wan de, em di pêwendiyên berdewam de ne li gel hikûmeta Tirkiyê... Di baweriya min de ev plana dawî bêhtir dikeve warê propaganda hilbijartinan û hîn tiştekî pratîkî li ser erdê nîne.”

Başo dibêje, ”xelk li dor vê planê û nezelalbûna wê bi tirs in. Wek nimûne, penaberên Kurd ditirsin ku Tirkiyê wan bibe aliyê Idlibê yan jî Babê... Eger hikûmet bixwaze dikare wan bi awayekê nerasterast neçar bike ku vegerin. Ew dikare xismetên saxlemiyê ji ser wan qut bike û jiyana wan ya rojane dijwartir bike. Wê demê dê penaber neçar bibin ku vegerin.”

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 10-5-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:52 0:00

XS
SM
MD
LG