Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran di Salvegera Mirina Jîna Emînî de Bajarên Kurdan Dixe Bin Givaştina Polîsan


(Arşîv)
(Arşîv)

Ajansa Reuters radigihîne ku di salvegera mirina Jîna Mahsa Emînî de îro Înê hejmareke mezin ya hêzên ewlekarî yên Îranî li bajarê Seqiz hatine bi cîh kirin ku pêşî li xwepêşendanan bigirin.

Reutersê ev agahî ji zarê şahid, postên medya civakî û komên mafên mirovan ragihand.

Bizavkarekî li bajarê Seqiz ya istana Kurdistanê ji ajansê got ku Li Seqiz hebûneke mezin ya hêzên ewlehiyê heye.

Bizavkarekî din ragihand ku li bajêr kombûneke piçûk çêbûye, xwepêşanderan sloganên dijî hikûmetê qêrîne, lê demûdest belav bûne.

Di parvekirinên medya civakî de behsa bicîhkirina hêzên ewlehîyê li çend bajaran, bi taybet jî li Kurdistanê, hat kirin.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan jî ragihand ku çend bajarên Kurdan di van rojên dawî de rûbirûyê atmosfereke tirsandin û ragihandina rewşa şer mane û li wan bajarên Kurdan gelek kes hatine desteser kirin.

Hengawê herwiha ragihand ku hêzên leşkerî li serê xaleke bilind ya Seqizê ya bi navê Tapeh Qewx hatine danîn.

Rûniştvanên Saqizê ji Reutersê re gotiye ku tevgera helîkopteran li ser bajêr zêde bûye û postên medya civakî ji îdia dikin ku dewletê li Saqizê kamerayên nû yên çavdêrîyê bi cîh kirine ku şopandin û naskirina xwepêşanderan bikin.

Jina ciwan ya Kurd Emînîya 22 salî di 16’ê Îlona sala borî de li Tehranê miribû, dema ku ew bi tawana binpêkirina qanûna kincên mecbûrî ya Komara Îslamî hatibû desteser kirin.

Piştre ev bûyer bû sedema xwepêşandanên dijî hikûmetê yên bi mehan ku di salên dawî de xwepêşandanên herî mezin yên opozîsyonê yên hemberî rejîma Îranê bûn.

Di xwepêşandanan de bi piranî jin û ciwan di rêzên pêşîn de bûn û banga dawîkirina desthilatdarîya olî dikirin.

Li gor rêxistinên mafên mirovan de, di givaştin û eciqandina tund ya hêzên ewlekarîya Îranê de, zêdetirî 500 kes hatibûn kuştin ku 71 ji wan zarok bûn. Dîsa, bi sedan kesên din birîndar bûbûn û bi hezaran xwepêander jî hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG