Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvana Amedê, Bucak Desturnameya Xwe Girt, Dest bi Kar Kir


Berbijara serketî ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya Bajarvanîya Amedê Ayşe Serra Bucak Kuçuk destûrnameya (mazbata) jibo bajarvanîyê sitand.

Kuçuk piştî mazgirtina destûrnameyê ji Komîsyona Hilbijartinê ya Amedê, tevî şaredarên bajarokên Amedê û jimareke alîgirên DEM Partî ji Meydana Derîyê Çîyê (Daxqapî) ber bi avahîya Bajarvanîya Amedê meşî û li pêş avahîyê daxuyanîyek da.

‘’Sala 2016’an dema qayum dest danî ser şaredarîyê, Gultan Kişanak û Firat Anli bi awayekî ne hiqûqî ketin girtîgehê. Dûre sala 2019’an Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen hatin hilbijartin, lê her du jî zindanî ne. Silav li hemî hevserokên me ku derb li îradeyên wan ketin. Têkoşîna me wê bidome.’’

Wê dîyar kir ku ewê di 5 salên pêş de Bajarvanîya Amedê bibe şaredarîya civakê û her tim jibo gel vekirî be.

Kuçuk got ku ewê bajêr bi hevkarîya ciwan, jin û sazîyên sîvîl yên civakê re, bi beşdarîyên piralî bi rêve bibin.

Amed wek keleha DEM Partî û pêşengên wê dîtin ku wê partîyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de li wî bajarî 64,09 ji sedê dengan sitand.

Li rêza duyê, berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê Mehmet Halîs Bilden 16,83 ji sedê dengan û li rêza sisêyan ji berbijarê Partîya Doza Azad (Huda-Par) 7,35 ji sedê dengan sitandin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

Hevbajarvanên Amedê bi Fermî Dest bi Kar Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:46 0:00

XS
SM
MD
LG