Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Şebab Êrîşî Bingeha Yekîtîya Afrîqa li Somalî Dike


Dîdevan li herêma Gedo ya Somali dibêjin, çekdarên El Şebab îro Înê êrîşî bingeheke leşkerî ya Yekîtîya Afrîqa kir ku li bajarokê El-Adde cîh digire.

Piştî êrîşa bi bombeya xwekujî, endamên Şebab gule barandin ser leşkerên Kenyayî yên li hindurê bingehê.

Pişka Somalî ya VOA ragihand ku êrîşvanan bi kêmî ve çar otomobîlan di derîyê bingehê de peqandin, dû re jî bi çekên giran teqe li ser leşkerên Kenyayî kirin.

El Şebab îdia kir ku wê pirtir jî 60 leşkerên Kenyayî kuştin.

Cîgirê walîyê Gedo Mohamed Hussein Isaak ji VOA re got ku herî kêm 40 leşkerên Kenyayî hatin kuştin û hinekên wan jî karîne ku ji bingehê birevin.

XS
SM
MD
LG