Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêzanîn Derbarê Êrîşa Dronên Tirkiyê li Çiyayê Şengalê


Êrîşa dronên Tikriyê li Çiyayê Şengalê 02.04.2024
Êrîşa dronên Tikriyê li Çiyayê Şengalê 02.04.2024

Roja Sêşemê droneke artêşa Trikiyê li nêzî çiyayê Şengalê otombîlek arman girt û raportên cuda derbarê bûyerê û qurbaniyan hatin weşandin.

Saziya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama êrişa firokeyeke bêfirokevan ya artêşa Tirkiyê de li ser otombîleke çekdarên PKKê li Çiyayê Şengalê li nêzîkî kampa Serdeştê, berpirsekî payebilind bilind yê leşkerî yê PKKê hat kuştin û 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Lê medyaya nêzîkî PKKê ragihand ku otomobîleke sivîl hatiye armanckirin û 2 sivîl birîndar bûne.

Dengê Amerîka têkilî bi rojnamevan Îsmaîl Şengalî re danî ku rûniştvanê herêma Şengalê û xîvetgeha Serdeştê ye dibêje, li gor şahidên ku ji bo me behsa bûyerê kirin gotine otombîla sivîl armanc hatiye girtin û dronê sê caran êrîş pêkanî ye, di encasmê de otombîla ku malbatek tê de bû hatiye armanckirin sê jin tê de bûn 2 ji wan bîrîndar bûn.

Îsmaîl dibêje "Şengalî hikûmeta Îraqê rexne dikin ku çawa rê dide dewletek dî esmanê Îraqê derbaz bike û bihê nava Îraqê û welatîyên Îraqê bikuje."

Ji hejî bîrxistinê ye ku di 8ê Adarê de jî firokeyên bêfirokevan yên Tirkiyê otombîlek din armanc girtbû û 3 kes hatibûn kuştin ku tê gotin yek ji wan fermandarekî PKKê bû.

Berî niha şandeke payebilind ya Tirkiyê bi serokatiya Wezîrê Derve Hakan Fîdan di nîva meha Adarê de serdana Bexda kiribû ji bo gotûbêjkirina pirsên sereke yên ewlehiyê berî serdana çaverêkirî ya serokomarê Tirkiyê.

Di daxuyaniya hevpar ya Bexda û Enqereyê de piştî hevdîtinê hat ragihandin ku hebûna hêzên PKK'ê li bakurê Iraqê binpêkirina destûra bingehîn ya Iraqê nîşan dide.
Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên hefteya borî di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka Kurdî got ku fikarên Tirkîyê yên ewlehî û hebûna PKKê hene, lê îtîraf bi wê yekê nekir ku Îraq bi êrîşeke berfireh ya Tirkîyê li dijî PKKê li ser axa xwe razî bûye. li Iraqê.

Biryar e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî meha Remezanê ya misilmanan ku di hefteya duyemîn a Nîsanê de bi dawî dibe, serdana Iraqê bike.

Dîmenên Êrîşa Dronên Tirkiyê li Serê Çiyayê Şengalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:24 0:00
Rojnamevan Îsmaîl Şengalî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG