Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Milîtanan ya Ser Hêzên Îranî de 27 Kes Hatin Kuştin


Medyaya dewleta Îranê îro Pêncşemê ragihand ku milîtanên Sunnî yên gumanbar li herêma Sîstan-Belucistan herî kêm 11 hêzên ewlekarî yên Îran kuştin.

Medya Îranî da zanîn ku di êrîşa ser navenda herêmî ya Pasdaran de 16 milîtan jî ji hêla hêzên Îranî ve hatine kuştin.

Pevçûn di navbera koma Ceyş el-Adil û hêzên ewlekarîyê de şeva borî li bajarokên Çabahar û Rask qewimî.

Televîzyona dewletê herwiha ragihand ku di pevçûnan de 10 endamên ewlekarîyê jî birîndar bûn.

Ceyş el-Adil dibêje ew jibo mafên kêmanîya Beluc û baştirkirina rewşa wan ya xirab şer dike.

Herêma Sîstan-Belucistan piranî Sunnî ye û hevsînora Afganistan û Pakistanê ye û salên dirêj e di navbera milîtanên Sunnî û hêzên dewleta Îranê ya Şîa de çer didome.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG