Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Tirkîyê de 9 Sîvîl li Babê Hatine Kuştin


Leşkerên Tirk û serhildayên Sûrî li nêzîkî Babê
Leşkerên Tirk û serhildayên Sûrî li nêzîkî Babê

Ajansa AFP ji zarê bizavkaran ragihand ki di bombebarana Tirkîyê de 9 sîvîl do şev li bajarê Bab ya Sûrîyê hatine kuştin, lê Enqerê ragihand ku di topbarana wê de 13 "terorîst" hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di nav qurbanîyên êrîşên Tirkîyê yên ser Babê de 3 jin jî hene.

"Di nav 48 seetên dawî de êrîşên esmanî û yên bi topan 45 sîvîl kuştin, ku 18 ji wan zarok, 14 jî jin in," dîrektorê SOHR Rami Abdel Rahman ji AFP re got.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîye jî ragihand ku artêşa Tirk bi dehan şergehên DAIŞ’ê kirin armanc û û bi giştî “13 terorîstên” DAIŞ’ê kuştin.

XS
SM
MD
LG