Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International Dibêje Êrîşên Somalî yên bi Dronên Tirkîyê Sivîl Kuştine


Dîmenek hêzên artêşa Somalî (Arşîv)
Dîmenek hêzên artêşa Somalî (Arşîv)

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan Amnesty International (AI) îro Sêşemê ragihand ku di du êrîşên esmanî yên artêşa Somalî de, yên bi karanîna dronên Tirkîyê de, di Adarê de 23 sivîl hatine kuştin, ku ji wan 14 zarok in.

Amnesty International ragihand ku bûyer di 18ê Adarê de li cotgehek nêzî gundê Bagdadê li başûrê herêma Şabella ya Jêrîn ya welat pêk hatiye, 23 kes hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne ku ku piranîya wan zarok bûn.

Li Somalî ev zêdetirî 16 sal in, şerekî dijî koma cihadîst El-Şebab re berdewam dike.

Herwiha Somalî xwedî dîrokek hevkarîya berevanîyê ya bi Tirkîyê re, dema mazûvanîya mezintirîn bingeha leşkerî ya li derveyî welat û navenda perwerdehîyê yên Tirkîyê dike.

AI dîyar kir ku lêkolînerên saziyê bo ronîkirina bûyera kujer, bi 12 kesan re hevdîtin kirine, ku di nav de xizmên qûrbanîyan, birnîndar, niştecîh û şahidên êrîşan jî hebûn.

Herwiha lêkolînerên AI dîmenên satelîtê û wêneyên perçeyên çekan analîz kirin û destnîşan kirin ku her du êrîş jî bombeyên û dronên TB-2 yên bi çêkirinên li Tirkîyê, hatine karanîn.

Niştecihan ji Amnesty re got "êrîşên dronî piştî şerê bejayî yê giran" di navbera cîhadîstên El-Şebab û hêzên ewlekarî yên Somalî de, hatine kirin.

Rêvebirê Herêmî yê Amnesty yê rojhilat û başûrê Afrîqa Tigere Chagutah bal kişand ku li Somalî, bi piranî sivîl barê êşên jiber şer dikşînin û divê ev mirinên hovane neyê paşgoh kirin,

Chagutah herwiha daxwaza lepirsîneke ser "tawanên şer" yên pêkan kir.

"Divê hikûmetên Somalî û Tirkîyê ser van êrîşên kujer wek tawanek şer lêpirsînê bikin û dawî li êrîşên bêrewa yên ser sivîlan bînin," Chagutah got.

Hikûmeta Somalî di 19’ê Adarê de ragihandibû ku hêzên wê operasyonek dijî milîtanên El Şebab yên li heman herêmê pêk aniye, lê behsa kuştina sivîlan nekiribû.

Wezareta ragihandinê gotibû di wê operasyonê de, 24 cîhadîst li herema Baldooska û 15 jî di êrîşeke esmanî de li ser gundê Bexdayê hatine kuştin.

Amnesty dest nîşan kir ku berpirsên sazîya mafaan ji hikûmetên Somalî û Tirkîyê daxwaza hûrgiliyên zêdetir kirine, lê ti bersiv wernegirtine.

Her du hikûmetan di Sibata îsal de peymanek berevanîya deryayî deryayî îmza kiribûn.

Tirkîye di nav çend welatan de ye ku hêzên Somalî perwerde dike, berîya ku ji erka aştîparêz ya Yekîtîya Afrîqayê ku di dawiya salê de derkevin.

Di gel ku koma tundrê El-Şebab di 2011’an de, ji hêla hêzên Somalî û Yekîtîya Afrîqa ji paytext ji Mogadîşu hat derxistin, lê milîtanên komê li gundewarê Somalî hebûna xwe ya xurt didomînin û dijî armancên siyasî, ewlehî û sivîl gelek pêk tînin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG