Di yariya dawî ya Kupaya Cîhanê ya futbola Jinan a 2023an de, Îro Yekşemê li Stadyoma Sydney li Australyayê, tîma xanimên Spanyayê bi serket û bi encama 1-0 ji tîma xanimên Îngilîstanê bir. Ev cara yekem e ku tîma Spanya qehremaniyê bi dest dixe.
Lîsta qehremanên Kupaya Cîhanê ya Futbola Jinan:
2019 Amerîka - Holenda 2-0 li Frensa
2015 Amerîka – Japon 5-2 li Kenedayê
2011 Japon – Amerîka (Panaltî) li Almanyayê
2007 Almanya – Brazîl 2-0 li Çînê
2003 Almanya – Swêd 2-1 li Amerîkayê
1999 Amerîka – Çîn 5-4 (Panaltî) li Amerîkayê
1995 Nerwîj – Almanya 2-0 li Swêdê
1991 Amerîka – Nerwîj 2-1 li Çînê
Çavkanî: Reuters