Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda Spectrum House Vêkolîna Mêyla Hilbijêrên Kurd li Tirkîyê Weşand


Hilbijerên Kurd li bajarê Amedê (Arşîv)
Hilbijerên Kurd li bajarê Amedê (Arşîv)

Navenda Raman û Lêkolînê Spectrum House “Raporta Lêkolîna Qadê ya Mêyla Hilbijêrên Kurd” bi bîragiştî re parve kir.

Di vê raportê de tê ragihandin ku di nava hilbijerên Kurd de rêjeya dengên Partîya Dadê û Pêşketinê (AKP) dadikeve, hevdem ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bilind dibe.

Navenda Raman û Lêkolînê Spectrum House “Raporta Lêkolîna Qadê ya Mêyla Hilbijêrên Kurd”
Navenda Raman û Lêkolînê Spectrum House “Raporta Lêkolîna Qadê ya Mêyla Hilbijêrên Kurd”

Spectrum House, ev raport di navbera 25’ê Îlonê û 10’ê Cotmeha 2022’an, bi hevpeyvînên rûbirû yên bi 1934 kesên ji 18 salî mezintir re amade kiriye, ku dengdêrên Kurd in. Beşdarvanên rapirsînê ji sedî 48.3 jin û ji sedî 51.6 jî mêr in.

Lêkolîn li bajarên Kurdan; Agirî, Bitlîs, Amed, Qers, Ixdir, Mêrdîn, Muş, Şirnak, Riha, Wan û li bajarên Tirkîyê ku şênîya Kurdan herî zêde ye – wek Stenbol, Mêrsîn, Konya û Bursa jî di nav de - bi tevahî li 14 bajaran hatîye çêkirin.

Di roportê de tê dîyar kirin ku rêjeya dengên AKP’ê nêzî nîvê kêm bûye û daketina dengên wê hê jî didome, dema ku û yên HDP’ê berevajî bilind dibin.

“Sedema daketina dengê AKP’ê, sîyaseta ku partî piştî 2015’an ve dişopîne ye.Ev sîyaset di nava Kurdên ku deng dane AKP’ê de, şikandineke çêkiriye.Sîyaseta berberîbûn, sîyaseta dijî nasnama û zimanê Kurd, bersîv nedana daxwazên civakî bûne sedama vê şikandinê. Ev yek him di lêkolînên me de û him jî çavdêrîyên me yên li qadê de xwe dîyar kir.”

Di raportê de herwiha givaştinên ser HDP’ê û doza girtina HDP’ê jî cîh digirin.

Spectrum House sedemên bilindbûna dengên HDP’ê jî wek bi erkdarkirina qayuman, polîtîkayên xwerû ser ewlekarîyê ku li herêmên Kurdan têne meşandin û sîyaseta çewsandinê ve rave dike.

Di raportê de tê dîyarkirin ku HDP ji sedî 95.8 dengên xwe diparêze û her ku diçe rêjeya dengên wê bilind dibe.

Spectrum House bale dikşîne ku bi giranî meyla hilbijerên Kurd yên ciwan ku wê di vê hilbijartina pêş de cara yekê deng bidin ser HDP’ê ye û li gor encamên rapirsînê ji van hilbijeran 78.7 dengê xwe wê bidin HDP’ê.
Ev yek jî di raportê de wiha tê ravekirin:

“Tevî ku hilbijêrê Kurd jiber hin xalên dîrokî wê deng bide HDP’ê jî jiber hin sedemên din jî dengê HDP’ê zêde bûye. Em dikarin van sideman wek jî doza girtina HDP’ê, girtina rêvebiran, polîtîkayên ewlekarîyê, tunekirina wekhevîya firsendê, pirsgirêkên aborî û polîtîkayên berberîbûnê rave bikin.”

Azad Bariş, Rêvebirê Navenda Raman û Lêkolîna Spectrum House
Azad Bariş, Rêvebirê Navenda Raman û Lêkolîna Spectrum House

Azad Bariş, Rêvebirê Navenda Raman û Lêkolîna Spectrum House ser “Raporta Lêkolîna Qadê ya Mêyla Hilbijêrên Kurd” bi Dengê Amerîka (VOA) re axifî.

Bariş ragihand ku sîyaseta partîya desthilatdarîyê AKP’ê ya salên dawî ew paşde xistîye.

“Gelo jiber çi dengên AKP’ê di nav Kurdan de kêm bûye? Li gor lêkolîna ev rêjeya daketinê nêzî ji sedî 50 ye. Lê, bes ji sedî 10 Kurdên ku ji AKP’ê vediqetin dibêjin emê dengê xwe bidin HDPê, lê yên din naçin HDP’ê. Dîsa ji sedî 15 yên wan dibêjîn ‘em bê biryarin’. Yên mayî jî dibêjin emê dengê xwe nedin.”

Bariş, yek sedama vekqetina hilbijêrê Kurd ji AKP’ê mîna hevkarîya AKP û MHP’ê dîyar dike.

Bariş destnîşan dike ku ev nêzîkbûna AKP bi MHP re, ser hilbijêrên Kurd bi awayekî neyînî bandor kiriye.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Lêkolîna Mêyla Hilbijêrên Kurd ya Navenda Spectrum House
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:38 0:00

XS
SM
MD
LG