Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka li Sûrîyê Şewitandina Ofîsên PDK li Qamîşlo Şermezar Kir


Ofîsa ENKS li Qamişlo
Ofîsa ENKS li Qamişlo

Balyozxaneya Amerîka li Sûrîyê şewitandina ofîsên endamên ENKS li bajarê Qamîşlo şermezar kir.

"Em şewitandina buroyên PDKê yên li Qamişlo şermezar dikin. Divê êrîşên li ser ofîs û partîyên sîyasî li Bakurê Sûrîyê bisekinin û kesên berpirs hesabê kiryarên xwe bidin. Em bang li hemî alîyan dikin ku jibo pêşvebirina daxwazên gelê Sûrîyê, bi zimanekî watedar danûstandinan bikin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku berbanga Sêşemê komeke kesên nenas li Qamişlo êrîşî du ofîsên Partîya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdistanî (PYDK) û Partîya Demoqrat a Kurdistanî-Sûrîye (PDK-S) şewitandibûn ku hert du partî jî endamên Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê (ENKS) ne.

XS
SM
MD
LG