Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg Çînê Ser Piştgirîya jibo Rûsya bi Tundî Rexne Dike


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê Çîn jiber piştgirîya jibo Rûsya bi tundî rexne kir.

Stoltenberg got ku ger Çîn dixwaze bi dewletên Rojavayî re peywendîyên baş çêke divê ew piştgirîya xwe ya jibo Rûsya ya li şerê Ukrayna bisekinîne.

‘’Sala borî, Rûsya 90 ji sedê kelûpelên mîkroelektronîk yên di çêkirina muşek, tank û firokan de hewce ne ji Çînê sitandin.’’

Wî dîyar kir ku Çîn jibo dîmenên herêmê ji esmên bi dest bixe alîkarîyê dide Rûsya.

Stoltenberg got ku şerê li Ukrayna ji Şerê Cîhanê ya Duyê vir ve li Ewrupa şerê herî mezin e û dîyar kir ku Çîn pevçûnên li wir gur dike.

Sekreterê Giştî yê NATO dîyar kir ku Çîn hem dixwaze pewyendîyên wê yên bi dewletên Rojavayî re baş bin û hem jî girjîyê gur dike û got ku her du bi hevdu re nabin.

Stoltenberg hevbendên Rojavayî hişyar kir ku xwe wek ku bi Rûsya ve girêdane bi Çînê ve girênedin.

Wî bi bîr xist ku ew di salên borî de girêdayî petrol û gaza Rûsî bûne û wan di wê yekê de şaşî kiriye.

Amerîka û hevbendên wê jiber dagirkirina Ukrayna dijî Moskowê tole ragihandin û wê jî peywendîyên xwe yên baziranî û leşkerî bi Çînê re pêşve birin.

Agahîyên gumrukê yên Çînê nîşan didin ku bazirganîya Çîn û Rûsya sala 2023’an li gor sala borî 26,3 ji sedê rabû û 240,1 mîlyar dolar û rekor şikand.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê meha borî ragihandibû ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dikare meha Gulanê bi Serokê Çînê Xi Jinping re bicive û dîyar kiribû ku ew dikare serdana wî ya pêşî ya li derveyî welêt ya di dewra wî ya nû ya seroktîyê de be.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG