Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg Dibêje Ewê Alîkarîya ji Ukrayne re Zêde Bikin


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Duşemê ji Ukrayna re got ku wan wek NATO di mehên dawî de nekarîye soza xwe ya alîkarîya leşkerî bi cîh bîanîya, lê wî got ku ewê şandina çek û cebilxaneyan ji Ukrayna re zêde bikin.

Stoltenberg, ku di serdaneke neragihandî çû Kîevê û bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskiy re hevdîtinek kir.

Stoltenberg ji Zelenskiy re got ku wan nekarîye soza xwe bi cîh bianîya jiber ku şeş meh kişand ku heta Washington li ser paketeke alîkarîyê li hev bike û hevbendên Ewrupî jî sîlahên ku soz dane, ne şandine.

“Lê, ez piştrast im ku êdî her tişt wê biguhere. Kongresa Amerîkî paketeke alîkarî ya pirtir ji 60 mîlyar dolaran erê kir û Serok Joe Biden jî lezû bez ew îmza kir ku bibe qanûn. Hefteya borî Serokwezîrê Brîtanî Rishi Sunak jî sozeke gelek bilind da Kîevê. Û Almanya jî qayil bû ku sîstema Patriot ya berevanîya esmanî bide Ukrayna û Hollanda jî alîkarîyên xwe zêde kirin û hinek alîkarîyên din jî hebin.”

Stoltenberg herwiha got ku alîkarîya nû wê di qada şer de ji Ukrayna re bibe piştgir ku rê li pêşveçûn û destkeninên Rûsan bigire.

XS
SM
MD
LG