Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amadekarîyên ‘Super Bowl’ li Las Vegas Didomin


Dîmeneke stadyuma Allegiant li Las Vegas ya ku mêvandarîya Super Bowl dike.
Dîmeneke stadyuma Allegiant li Las Vegas ya ku mêvandarîya Super Bowl dike.

Lîstika Super Bowl ya futbola Amerîka roja Yekşemê, 11’ê Sibatê, li bajarê Las Vegas yê wîleyata Nevada lidar dikeve.

Di vê maça çaverêkirî de tîma Kansas City Chiefs li stadyuma Allegiant derdikeve pêş tîma San Fransisco 49ers. Lîstik demjimêr 6:30 yê êvarî bi dema Washington destpê dike.

Ev cara duyê ye li dû hev ku Kansas City Chiefs digihêje lîstika Super Bowl. Tîma bajarê Kansas sala borî di maça dawî de tîma Philadelphia Eagles bi encama 38-35 têk bir û qehremanîya futbola Amerîkî sala 2023’an bidest xist.

Dîmeneke Super Bowl ya 2023 navbera Kansas City Chiefs û Philadelphia Eagles.
Dîmeneke Super Bowl ya 2023 navbera Kansas City Chiefs û Philadelphia Eagles.

Super Bowl çi ye?

Di futbola Amerîkî de, Super Bowl maça dawî ya Lîga Niştimanî ya Futbolê (NFL) ye. Kesê ku vê lîstikê bidest dixîne, êdî dibe şampîyonê NFL.

Ev maç ji sala 1966’an ve bi awayekî salane pêk tê. Ji 2002’an ve jî Yekşema duyê ji meha Sibatê lidar dikeve.

Roja Super Bowl li Amerîka bûye wek betlaneyeke ne fermî. Ne tenê di wê rojê de, lê belê di hefteya berî wê de reklam û çalakîyên çandî bi awayekî berfireh derbarê vê lîstikê didomin.

Reklam

Jibo gelek kompanîyan jî ev maç derfetek e ku reklamên xwe di bînvedana nav maçê de belav bikin. Ev reklam bi pereyên zêde tên weşandin. Di Super Bowl ya îsal de, reklamek ku 30-çarîk dirêj e gihişt dora 7 mîlyon dolar. Reklamek bi heman dirêjahîyê sala 1967'an dikir 42 hezar dolar, ku bi nirxê îro dike 372 hezar dolar.

Pisporên reklaman dibêjin tevî bilindbûna zêde ya buhayê reklaman, kompanîyên bazirganî bawer dikin lê hêja ye ev qas pere were dayîn. Sedema vê yekê jî ew e ku hejmareke mezin ya Amerîkîyan li lîstika Super Bowl temaşe dikin.

Li gor raportên dawî, wê bi kêmî 110 mîlyon kes li Amerîka Super Bowl ya roja Yekşemê temaş bikin. Sala borî bêtirî 115 mîlyon kesan li Amerîka lîstika Super Bowl temaşe kir.

Konserta Nîvê Demê

Sitranbêj Usher konserta îsal ya nîvê demê li Super Bowl birêve dibe.
Sitranbêj Usher konserta îsal ya nîvê demê li Super Bowl birêve dibe.

Çalakîya muzîkê ya bînvedana nîvê demê ya Super Bowl beşekî girîng ji vê çalakîya sportê ye. Her sal sitranbêj û hunermendên navdar beşdarî vê konsertê dibin.

Di maça îsal de, hunermendê naskirî Usher dê serkêşîya konserta bînvedanê bike. Tê texmînkirin ku Usher bo dema 14 xulekan sitranan di dema navbirê de bêje. Usher di albuma xwe ya nû bi navê Coming Home roja Înê – du rojan berî Super Bowl – belav bike.

Di bînvedana Super Bowl ya sala borî de hunermenda Pop û R&B Rihanna sitran got.

Jêder: NBC Sports, AP

XS
SM
MD
LG