Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Civîna Astana Boykot Dike, Şam Rexne li Enqerê Digire


Berdevkê şandeya hikûmeta Sûrîyê Beşar Caferî
Berdevkê şandeya hikûmeta Sûrîyê Beşar Caferî

Reuters'ê îro Sêşemê ragihand ku hikûmeta Sûrîyê, jiber ku serhilda beşdarî civîna sêyan ya li Qazaqistanê nebûne, Tirkîyê tawanbar dike.

Hevdîtinên jibo aştîya li Sûrîyê di meha Rêbendanê de bi navbeynkarîya Rûsya û Îranê li Astana ya paytaxta Qazaqistanê destpê kiribûn. Rûsya û Îran hevalbendên Beşar Esad in, lê Tirkîyê î piştgirî dide serhildayan.

Berdevkê şandeya hikûmeta Sûrîyê Beşar Caferî dîyar kir ku komên çekdar civîna Astana boykot kiriye û divê ew biryar ji Tirkîyê were pirsîn.

"Biryara wan çekdaran beşdarbûn be jî boykotkirin be jî, ne ew lê kesên wan birêve dibin biryarê didin" Caferî got.

Rêberên opozîsyonê do Duşemê ji Reuters'ê re dabûn zanîn ku ew jiber êrîşên esmanî yên ku li herêma sîvîlan didomin, beşdarî civîna sêyan ya Astana nabin.

XS
SM
MD
LG