Hikûmeta Swîsrê biryar da ku jin û mêrên wî welatî ji destpêka 2018’an ve leşkerîya neçar bikin.
Wezîrê Berevanîyê yê Swîsrê Peter Hulqtwist da zanîn ku jiber ku aramî û aştî li Ewrupa kêm bûye û metirsîya ewlekarîyê heye, wan biryareke wisa daye.
Li gor leşkerîya neçar ya ku dê di 2018’an de destpê bike, jin û mêrên ku ji 1999 û pê ve ji dayik bûne dê herin leşkerîyê.
Li Swîsrê leşkerîya neçar berê tenê jibo mêran hebû ku ew jî di sala 2010’an de hatibû rakirin.