Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Komkara Erebî Ya Vegerandina Endamtiya Sûriyê


Egypt Syria
Egypt Syria

Biryara komkara Erebî ya vegerandina endamtiya rêjîma Sûriyê, hin karvedanên ciyawaz bi xwe ve girtin.

Di demekê de ku hevbend û alîgirên hikûmetê wê wek serkeftinekê ji bo Sûriyê û normalkirina peywendiyên Sûriyê bi derdora wê ya Erebî re dibînin, nûnerên opozisyonê dibêjin ev biryar têkçûna van welatan nîşan dide li beramber zordariya ku li xelkê Sûriyê li dirêjiya şerê navxwyî yê welêt rastê hatiye.

Parêzer Abdullah Îmam di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê biryarê û sedemên derketina wê di vê demê de.

Wî got,”ew sedemên ku gihîştin biryara komkara Erebî di sala 2011an de endamtiya Sûriyê rawestîne, ta niha wek xwe mane û tiştek ji wan sedeman nehatiye guhertin.”

Lê, Îmam dibêje, ji wê demê ve hin pêşhate li ser qada Sûrî ya navxweyî çê bûne. Wek nimûne, hin deverên kontrolê yên hêzên cuda cuda û destêwerdanên navnetewî yên leşkerî çê bûne.

Abdullah Îmam
Abdullah Îmam

Îmam ku li Almanyayê dimîne got civînên Urdun û Erebistana Saudî ku berî demekê çê bûn, ew bûn bingeh ji biryara komkara Erebî re.

Di derbarê lawazbûna opozisyona Sûrî de ku hin çavdêr balê dikşînin ser, Îmam bawer dike ku ew welatên niha biryara vegerandina rêjîma Sûriyê bo komkarê didin, ew bi xwe beşek in ji têkçûn û lawazbûna opozisyonê.

Li dor helwestên rêjîmê û opozisyonê di derbarê vê gavê de, Îmam nîşan bi wê yekê da ku ne opozisyon ji vê biryarê razî bû û nejî li gor daxwaza rêjîmê bû. Sedema vê yekê jî vedigere hin bendên din yên girêdayî biryarê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna Li Gel Abdullah Îmam
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG