Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyon Dibêje Xeterîyeke Berbiçav di Bendava Tabqa de Tuneye


Bendava Tabqa
Bendava Tabqa

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka îro Duşemê ragihand, xeterîyeke berbiçav tune ku bendava Tabqa ya nêzîkî Reqa hilweşe, heta ku DAIŞ bi zanabûn wê bipeqîne.

Hikûmeta Sûrî roja Yekşemê îdia kiribû ku bendav jiber êrîşên esmanî yên firokên Amerîkî zarar dîtiye û metirsîyeke mezin ya lehî heye.

DAIŞ’ê jî heman roj daxuyanîyek weşandibû û gotibû ku sîstema rêvebirina bendavê bi rêk û pekî naxebite û îhtîmala rûxandina wê heye.

Hevalbenda koalîsyonê, şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hewil didin ku wê bendavê ji destê DAIŞ’ê derxînin, lê piştî ku ew îdia belav bû, çar demjimêr navber ji operasyonê re hat dayîn ku vekolîn di bendavê de were kirin.

Berdevka HSD’ê Cîhan Şêx Ahmed ragihand ku bendav dikare di nav çend rojan de bikeve destê wan, piştî ku çekdarên wan derîyê bakur hefteya borî bi dest xistibûn.

XS
SM
MD
LG