Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeha Tenef Armanca Êrîşên Berdewam E


Bingeha Tanaf ya li Sûriyê
Bingeha Tanaf ya li Sûriyê

Herêma Rukban anku herêma 55km, herêmeke Sûrî ye ku li ser sînorê Urdin û Îraqê ye. Koalîsyona navneteweyî ya şerê dijî Daişê di 2014 an de piştî derbasbûna Sûrîyê, bingeha leşkerî ya Tenef li wir saz kir.

Tenef bi berdewamî armanca êrîşên milîsên Îranê ye

Milîsên bi ser Îranê ve berdewam bi dironan êrîşan tînin ser bingeha Tenefê. Jêderên sivîl li devera Rukban ji Dengê Amerîka re tekez dikin ku ev du sal in Mîlîşeyên bi ser Îranê de êrîşan pêktîn in, ku bi şerê Îsraîl û Hemasê re ew êrîş zêde bûn e. Şeva Duşemê 1 Nîsanê êrîşa herî dawî ya ku milîsên "berxwedana Îslamî ya Îraqê" girt serxwe. Serokê encûmana Sivîl ya kampa Rukban Mihemed Xalidî ji Dengê Amerîka re tekez dike ku hêzên kuoalisyonê Dirona milîsan berî ku bighêje armanca xwe anî xwarê.

"Ev Du salin êrîşên mîlîşeyên Îranê berdewam in" Mihemed Xalidî got

Artêşa Sûrî ya Azad kî ne?

Artêşa Sûrî ya Azad, ku di sala 2015an de bi navê "Mexawîr El-thewra" hat ragihandin, niha li baregeha Tenef e, û hejmara wê li gorî gelek agahîyan nêzîkî 500 çekdarî ye ku piraniya wan ji derbiderên Sûrî ji derdora Humsê ne, her wiha di nav wan de efserên ku ji artêşa rêjîma Sûriyê veqetîyabûn hene.
Artêşa Sûrî ya Azad di milê leşkerî de serbixwe ne, anku ne girêdayî hêzên çekdar yên Oposizyonê ne ku piştîvanîya xwe ji Turkîyê werdigirin, ne jî HSD ne. Lê li gel hêzên kiwalisyonê li bingeha Tenef bicî ne.

Fermandarê Artêşa Sûrî ya Azad Salem El-Turkî ji Dengê Amerîka re tekez dike ku têkilîya wan bi koaalisyênê re bihêze.

Wî got: "koaalisyon ji me re şêwir, şîret û rahênanê pêşkêş dike û piştgirî dide ku em bi erkên xwe yên di şerê li dijî DAIŞê û parastina ewlehiya herêmê de berdewam bikin."

Şerê Dijî Madeyên Hişbir

Sînorê Sûrîyê bi Urdinê re devera herî çalak ya qaçaxçîya madeyên hinşbir e, ku Urdin berdewam gazinan dike ku Sûrîyê bûye çavkanîya Kaptagonê ji bo welatê wan û cîhanê.

Fermandarên Artêşa Sûrî ya Azad tekez dikin ku roleke wan di nobedarîya sînorê bi Urdinê re heye û ew şerê dijî bazirganên madeyên hişbir dikin.

"Erkeka me ya serekî ye ku em li dijî tevgera madeyên hişbir bin, da rê li ber bê girtin û derbasî dewletên cîran nebin,"Salim Turkî got.

Artêşa Sûrî ya Azad û HSD

Li gorî gelek agahîyan, ta niha peywendî navbera HSDê û Artêşa Sûrî ya Azad tune ye.

Lê fermandarên Artêşa Sûrî ya Azad hevkarîya bi HSDê re dûr nabînin, bi taybetî di warê şerê Daişê de.

"Heya niha ti pêwendiyên me li gel Hêzên Sûriya Demokratî tune ne, lê em amade ne bi wan re danûstandinan bikin derbarê erkê xwe yê bingehîn di nava kowalîsiyona navdewletî de di şerê li dijî DAIŞê de,"Salim Turkî got.

Li Bakur û Rojhilat bingeha Tenef, milîsên Îranî, firqeya 4an a artêşa Sûriyê û hêzên Rûsî ne, ji bilî şaneyên Daişê ku li wê deverê tevdigerin. Li rojavayê wê milîsên Îranê, rêjîma Sûriyê û Rûs hene û li başûr jî sînorê Urdinê ye.

Devera Rukban û Tenef ji ber ku xalek sînorî ya Sûrîyê bi Urdin û Îraqê re ye, ji bo hemû hêzên xwecihî, herêmî û navdewletî girîng e.

Tanaf base.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00
XS
SM
MD
LG