Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hember Gefên Pyongyang'ê Sîstema Berevanî li Koreya Başûr Ava Dike


Xwepêşanderên Koreya Başûrî ku li dijî THAAD in
Xwepêşanderên Koreya Başûrî ku li dijî THAAD in

Leşkerîya Amerîkî dibêje, vê gavê sîstemeke berevanîya muşekî li Koreya Başûr tê damezrandin ku dikare muşekên ku ji Koreya Bakur werin avêtin, rawistîne.

Karbidestên berevanî dîyar dikin ku sîstema barevanî ya bi navê Terminal High Altitude Defense (THAAD) xedîyê şîyana rêgirtina pêşîn ya muşekan e, lê ew hişyarî didin ku hîn çend meh pêdivî ne ku sîstem bi tevahî.amade be.

Sîstema THAAD liqa li qadeke kevn ya golfê li Seongju tê cîh kirin ku Koreya Başûr ji êrîşeke muçekî ya Koreya Bakur biparêze.

Çîn sîstema THAAD gef dibîne û bi tundî dijberîya wê dike. Berdevkê artêşa Çînê Geng Shuang roja Duşemê banga sekinandina cîhkirina sîstemê kir.

XS
SM
MD
LG