Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meta Wê Platforma Medyayî, Threads bi Kindemî li Tirkîyê Daxe


Kompanîya Meta îro Duşemê ragihand ku ewê ji 29ê Nîsanê û pê ve platforma xwe ya medyaya civakî Threads, li Tirkîyê bi awayekî demkî daxe ku bi biryareke fermî ya hikûmeta Tirkîyê pêbend be.

Daxuyanîya Meta ya di bloga kompanîyê de hate weşandin got ku ew biryar wê ti bandoreke din li ser platformên wê yên mîna Facebook, Instagram û WhatsApp li Tirkîyê neke.

Sazîya pêşbazîyê bazirganî ya hikûmeta Tirkîyê meha borî biryareke demkî li ser kompanîya Meta danabû ku parvekirina agahîyan di navbera platformên Instagram û Threads de asteng bike.

Tirkîyê gotibû ku lêpirsîna wê ya ser Meta didome ku bizane gelo ew cîhê xwe yê xurt yê di bazarê de bi xeletî dixebitîne yan ne.

XS
SM
MD
LG