Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Filistînîyan Li Enqerê Çalakî Li Dar Xistin


Xwepêşandan li pêş Balyozxaneya Amerîka li Enqerê bo piştevaniya Filistîniyan
Xwepêşandan li pêş Balyozxaneya Amerîka li Enqerê bo piştevaniya Filistîniyan

Platforma Hevgirtina Filistînê, di derengê şeva duh de li Enqerê li ber Balyozxaneya Amerîkayê li dijî erîşa Îsraîlê ya li rojhilatê Refahê çalakî li dar xisit.

Komên li ber Balyozxaneya Amerîkayê bi dirûşmeya “Ji komkujîya Refehê re na” qîrîn û êrîşên Îsraîlê protesto kirin.

Di çalakîyê de sloganên “Bila rûmeta mirovahîyê sîyonîzmê têk bibe” û “Bila bêdeng nemînin, jenosîdê qebûl nekin” jî hata berzkirin.

Di vê çalakîyê de Hasan Saklanan ku li Qudsê ji alîyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû kuştin, ji alîyê girseyê ve hate bibîranîn.

Çalakvan Zeynel Abidîn Ozkan ji bo çapemenîyê daxûyanî da û bal kişand ku nêzî milyon û nîv xelkên Gazê 214 roj in ku li derîyê Refehê li ber êrîşa ne û gel tevahî birçî ye. Ozkan balkişan ku bi van êrîşên li ser Refehê pirsgirêka ewlehiya jiyanê li herêmê zêde kirîye.

Di demên berê de jî çalakîyên bi heman rengê pêk hatibûn. Pispor radigîhînin ku heke ji bo Filistînîyan çareserîyeke mayînde neyê duristkirin li Tirkîyê pêkane ku bûyerên nefsî van çalakîyan dê zêdetir bibin.

Pisporê Xebatên Ewlekarîya Kendavê yê Navenda Lêkolîna Rojhilata Navîn (ORSAM) Gokhan Batu, ji Dengê Amerîkayê re him ev çalakîyên ku li Tirkîyê tên kirin û him jî rewşa dawî ya li Refehê nirxand.

Gokhan Batu, Pisporê Xebatên Ewlekarîya Kendavê yê ORSAM
Gokhan Batu, Pisporê Xebatên Ewlekarîya Kendavê yê ORSAM

Batu dibêje, “Ev çalakî gelek asayî ne, ewlekarîya Îsraîlê ji bo Amerîka têgeheke pîroz e, ji destpêka şer ve heta niha piştiriya Amerîka ji Îsraîlê re diyar e. Ev xwepêşandan ne tenê li Tirkîyê, li Amerîka jî gelek in. Di civaka navnetewî de jî tê dîtin ku ji bo Îsraîlê piştgirî dide, dramatîzma li Gazê gurtir dike. Em dikarin van xwepêşandên li hemberî rêveberiya Amerîkayê wiha fêhm bikin ku li Tirkîyê jî li ber balzoxaneya Amerîkayê gel bertêk nîşan didin.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan duh ragihand ku li ser pêşnîyara wan Hamasê agirbest pejirandîye. Batu ev yek jî wiha nîrxand:

“Erdogan dibêje ‘bi pêşnîyara me’ Hamasê agirbest pejirandîye. Bi ya min li vê derê peyameke barik heye û ji Îsraîlê re ye. Erdogan ji Îsraîlê re dibêje ku hun jî himan tiştî bikin. Bi awayekî ser girtî banga Îsraîlê dike ku agirbestek bila pêk were.”

Pisporê Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî Prof. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu jî ev çalakîyên ku tên kirin ji Dengê Amerîkayê re ragihand.

Huseyîn Şeyhanlioglu, Pisporê Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî
Huseyîn Şeyhanlioglu, Pisporê Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî


Şeyhanlioglu dibêje, “Amerîka piştgirîya Îsraîlê dike, heke Amerîka nebe Îsraîl pêkan nîne ku van êrîşn bike. Li ber vî jî gel êdî van kirinên Îsraîlê napejirîne. Qasî ku ez dibînim heke ev êrîşên Îsraîlê berdewam bike Tirkîye di serî de dê li tevahîya welatê Rojhilata Navîn pêkane ku çalakîyên mezin û girseyî pêk werin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku 7ê Cotmeha borî çekdarên Hamasê dest bi êrîşekê ser Îsraîlê kiribû. Îsraîl dibêje nêzî 1200 kes di wê êrîşê de hatbûn kuştin ku piraniya wan kesên sivîl bûn, di nav de jî jin û zarok hebûn û nêzî 253 rehîne revand bûn, ev bû sedem ku Îsraîl dest bi operasyonên ser Gazayê bike û heta niha êrîşên ser çekdarên Filistînî û Gazayê dom dikin ku bi hezaran kes bûne qurbanî.

WEB_ED_American Embassy Action.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
XS
SM
MD
LG