Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd û Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê li Tirkîyê


Hilbijartinên Tirkiyê
Hilbijartinên Tirkiyê

Roja 31'ê Adara 2024'an hilbijartinên Herêmî yên Şaredarîyan li Tirkîyê tên li dar xistin, di van rojan de pirs û kampeynên hilbijartinan di rojeva Tirkîyê de xurt bûne û her partî namzedên xwe radigihîne û behsa stratejî û plana xwe ya hilbijartinan dike.

Pêşbazî di nava partîyên sîyasî de roj bi roj xurtir dibe, bi taybet di navbera partîya desthilatdar AKP û partîya Gel ya Komarî CHPê de ku mezintirîn partîya opozisyonê ye, herwiha senga DEM Partî di hilbijartinan de kêm nayê dîtin ku weke partîya Kurdan ya serekî li Tirkîyê tê naskirin, herwiha duyem partî ya opozisyona Tirkîyê ya herî li pêşe piştî CHP'ê.

Pêşbirkêya serekî ya heta niha di navbera AKP û CHP'ê de li ser sê bajarên mezin Stenbol, Enqere û Îzmîrê ye, AKP têkoşîna xwe xurt dike ku hin bajarên mezin bi taybet Stenbol û Enqerê ji dest CHPê derbîne.

Di hilbijartinên 2019 de DEM Partî ku wî çaxî li ser navê HDP ê ketbû hilbijartinan namzedên xwe li wan bajaran ranegihandinbûn jibo ku namzedên CHPê serkevin jiber ku lihevhatinek di navbera HDP û CHP'ê de hebû.

Lê DEM partî ragihand ku wê namzedên xwe li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkîyê bo hilbijartinên 31'ê Adarê eşkere kirine û ewê li ser navê partîya xwe bikevin hilbijartinan û deng bidin namzedên xwe.

Jibo danûstandina derbarê rewşa hilbijartinan û ragihandina namzedan, Dengê Amerîka mêhvandarîya;

- Kemal Bulbul parlamanterê berê yê HDPê li Antalya û berbijarê DEM Partî yê şaredarîya mezin ya bajarê Antalya.

- Faysal Dagli Lêkoler û Pisporê pirsên Tirkîyê û herêmê ji Almanya.

- Mihemed Alkiş, mamosteyê zanîngeha Dîcle li Amedê kir.

Pêşî Dagli derbarê pirsa giringîya hilbijartinên 31ê Adarê li Tirkîyê got, "Giringîya pêşî ewe ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê dê 4 salan hilbijartinek din li Tirkîyê çê nebe, yanî 4 salan dê rêya rejîma Erdogan vekirî be."

Daglî dîsa got ku giringîya din, ewe ku dê pêşbazî li ser "Sê bajarên mezin yên Tirkîyê û herwiha bajarên Kurdistanê be."

Daglî da zanîn ku AKP hemî hewilan dide ku sê bajarên mezin yên ku niha di dest CHPê de ne, ji destAKP derbîne, ew bajar jî Stenbol, Enqere û Îzmîr e.

Daglî got, Enqere paytexta desthilatê ye û rengê Kemalîzmê ye, Stenbol jî paytexta hemî welat e bi şênî û potansîyala xwe ve, dîsa Îzmîr jî paytexta dîroka sekularîzma û kemalîzmê ye li Tirkîyê, Erdogan dixwaze desthilata CHPê li wan bajarên têk bibe û xwe li hemû Tirkîyê bihêz bike, û çavê AKP jiber dahata wê zêdetir li ser Stenbolê ye.

Daglî derbarê pirsa têkilîyên DEM Partî û CHP got, "Dûrketina kurdan ji CHPê dê bibe sedem ku CHP hilbijartinan winda bike." jiber ku xweya bû ku veşartî wê partîyê, gelek neheqî li Kurdan kirin, xwe ji kurdan dûr xistin heta nexwestin wêne bi berpirsên DEM Partî yê re bikişînin."

Dagli got ku vê carê Serokomarê Tirkîyê muxalifetê cidî nagire û "Erdogan dibêje pirsgirêka Tirkîyê nebûna muxalifetê ye, yanî henekên xwe bi muxalifetê dike."

Daglî derbarê îhtîmala operasyoneke din ya leşkerî ya dersînor li dijî Kurdên Sûrîyê got ku "Na ewê Tirkîye heta hilbijartinên 31ê Adarê ti operasyonneke bejayî li dij herêmên kurdên Sûrîyê pêk neyîne, jiber ku opersyonên hewayî dom dikin."

Kemal Bulbul Parlamenterê berê yê HDP'ê û sîyasetvanê kurd, derbarê nebûna lihevhatin û hevpeymanîyeke opozisyonê got, "di hilbijartinên 2019an de me dixwest ku opozisyonek xurt hebe da ku ji zulm û zurdestîya AKP rizgar bibin."

Bulbul dibêje, ku bi alîkarîya Kurdan û partîya wan CHP karbî di hilbijartinên 2019an de 10-15 bajarên mezin bidest bixe di nav de Stenbol û Antalya jî hebûn, "Lê CHP li cîyê xwe rawestîya û di sîyaseta xwe de pêşda neçû, û sîyaseta xwe li hember Kurdan guherand."

Kemal Bulbul jibo çareserîya pirsa Kurd û nêzîkbûna bi doza Kurd û partîyên Kurdan re li Tirkîyê hem AKP û hem jî CHP rexen kirin.

Bulbul got niha li Antalyayê "Kurdistaneke biçûk heye" jibo hilbijartinan rolek giring heye, nêzî 600 hezar Kurd hene, lê mixabin CHP li soz û biryarên xwe xwedî derneket.

Kemal Bulbul dîsa got jibo hilbijartinên 31ê Adarê jî em amade bûn, lê CHP ji rexenyên AKP û Erdogan tirsîya dema digot "CHP nêzî terorîstan dibe", CHP tirsîya û gav paşda avêtin, ew jî weke AKP nêzî çareserîyek maynde ya pirsa Kurda nabû.

Bulbul derbarê gotûbêjên bi AKP re li ser hilbijartinan û lihevkirina got "Ti danûstandin çênebûn, eger çêbûbin jî bê encam man."

Mihemed Alkiş mamosteyê zanîngeha Dîcle besa Sîyasetê got ev hilbijartinên Şaredarîyan jibo Tirkîyê girin gin jiber ku "di hilbijartinên 2019'an de opozisyonê bajarên mezin bi dest xistin, ev jî jibo AKP bû paşve çûnek."

Alkiş got, di sala 1994an heta hilbijartinên 2019ê Stenbol di dest AKP de bû, û ew ji alîyê sîyasî û simbolîk ve bo AKP serketinek bû lê dema hilbijartinên sala 2019'a çêbûn "Cara ewil bû AKP paşda ma û şaredarîyên Stenbol û Enqere jî winda kirin".

Alkiş derbarê îhtîmala êrîşeke bejayî ya artêşa Tirkîyê bo ser herêmên Kurdan li Sûrîyê di wê bawerê de ye ku ewê "Ti operasyoneke leşkerî heta hilijartinên 31'ê Adarê çênebe."

Mijara Rojê_Turkish Elections 22_02_2024.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:00 0:00
XS
SM
MD
LG