Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Sîyaseta Tirkîyê de Gelo Pêvajoyeke Nû Destpêdike?


Serdana DEM Partî ya CHP'ê
Serdana DEM Partî ya CHP'ê

Di van rojan de li Enqerê rengê sîyaseteke nerm û nû derdikeve pêş. Demeke dirêje ku di navebara desthilatî û opozîsyona Tirkîyê de ti gav jibo hevdîtineki germ pêk nehatibû.

Lê di 2’yê Gulanê de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Giştî ya AKP’ê pêşwazîya Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel kir.

Du rêber bêtirî saetek û nîv axivîn. Paşî eşkere bû ku ev dîdar di rewşeke erênî de derbaz bûye.

Serokê Lêkolîna Optîmar Hîlmî Daşdemîr ji Dengê Amerîkayê rewşa dawî nîrxand û ew wan geşedanan bi pêvajoyeke nû ve girê dide û dibêje, “Di nav AKP’ê de guherandinek tê çavrêkirin. Ev yek wê him di sîyasatê de û him jî di nav kadirên partîyê de xwe dîyar bike. Lê dikarim bêjim ku heke guherandin bibe jî wê di çarçoveyeke teng de be.”

Hîlmî Daşdemîr, Serokê Lêkolîna Optîmar
Hîlmî Daşdemîr, Serokê Lêkolîna Optîmar

Lê piştî hevdîtinê Erdogan-Ozer, rojek şûn de, Erdogan daxûyanîyek da û ragihand ku dema ku Ozgur Ozel bû Serokê Giştî yê CHP’ê rewşeke girîng daye destpêkirin.

Erdogan got, “Di demên berê de ti car gavên wiha nedihatin avêtin. Ezê jî di firsenda herî nêz de dê serdana CHP’ê bikim. Pêdivîye ku em di nav sîyasetê de pêvajoyeke nerm bidin destpêkirin.”

Piştî hevdîtina Erdogan-Ozel, duh jî Hevserokên Giştî yên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari serdana CHP’ê kirin û bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin çêkirin.

Piştî hevdîtinê Bakirhan, Hatîmogullari û Ozer pêkva derdketin pêşberî kamereyan.

Ozer di preskonferansê e li ser hevdîtina li gel Erdogan rawestîya û ragihand ku ew di rojevê de çi heye li ser van hemûyan rawestîyane.

Ozer got, “Ev hevdîtin ji bo demokrasîya Tirkîyê xalekî gelek girînge. Pirsgirêkên ku hene me yek bi yek pêşkêşî kir. Birêz Erdogan jî wê serdana CHP’ê bike.”

Ev geşedanan bi tevahî tê çi wateyê? Gelo çi bû ku ev rewşa ha derkete pêş? Lê pirsa herî girîn jî ewe ku, gelo ev hevdîdin wê di nav sîyaseta Tirkîyê de pêkane ku bibe xeteke nû?

Semîh Turan, Lêkonînerê Raya Giştî
Semîh Turan, Lêkonînerê Raya Giştî

Pispor radigihînin ku piştî hilbijartinên şaredarîyê li Tirkîyê rewşeka nû pêk hatîye, opozîsyon bûye partîya yekem, desthilatî jî bû partîya dûyem. Ev yek jî wê li ser sîyaseta Tirkîyê rewşeke nû bide destpêkirin.

Lêkolînvanê raya giştî Semîh Turan û rojnamevan Neşat Gundogdu him rewşa partîyên sîyasî li Tirkîyê çi ne û him jî pêvajoya ku derkete holê ji Denge Amerîkayê re nîrxandin.

Semîh Turan jî di gurandina sîyaseta Tirkîyê de CHP’ê wek partîyeke pêşeng dibîne. Turan dibêje, “CHP di vê hilbijartinê de pêşengîya guherandinê da despêkirin. Ev yek jî li ser hilbijêran coşek veda.”

Neşet Gundogdu, Rojnamevan
Neşet Gundogdu, Rojnamevan

Li gor rojnamevan Gundogdu jî tê dîyarkirin ku, CHP’ê ji hilbijêrên xeyîdî dengekî mezin girtîye. Gundogdu dibêje, “Hilbijêrên gelek partîyan piştgirî dan CHP’ê. Ev yek jî hawirdoreke erênî pêk anî. Lê bivê nevê her partî wê dengê xwe yê deyn ji CHP’ê paşta daxwaz bike.”

Serdana DEM Partîyê ya CHP’ê jî gelek bal kişand. Di preskonferansê de jî hate ragihandin ku ev hevdîtinan wê di rojên dahatû de berdewam bikin.

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, berî hevdîtina Erdogan û Ozer li Parlemena Tirkîyê, Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş jî serdana DEM Partî kiribû û bi Bakirhan û Hatîmogullari re civîyabû. Heke tiştekî derasayî nebê wisa dixwîye ku sîyasete Tirkîyê wê berbi nerbûnê ve biçe.

Raporta Enqerê 04/05/2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00
XS
SM
MD
LG