Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Tifaqa Ked û Azadî'yê Hat AvaKirin


Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (3)
Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (3)

Li Tirkîyê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP), Partîya Kedê (EMEP), Partîya Azadîya Civakî (TOP), Partîya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst do Şemîyê li Stenbolê tifaqa bi navê “Ked û Azadî" avakirin.

Tifaqa Ked û Azadî nexşerêya xwe bi beşdarîya serokên van partîyan û bi hezaran welatîyên li Navenda Kongre ya Halîç’ê ya li taxa Beyoglu ragihand.

Tifaqa Ked û Azadî di sîyaseta Tirkîyê de cîhê xwe girt, berîya demeke kurt ya hilbijartinên seroktîya welêt û yên giştî; piştî tifaqa Gel û tifaqa Millet weke alternatîfeke nû û rêya sêyê.

Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (1)
Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (1)

Tifaqê peyama xwe ya damezrandînê ya bingehîn wiha dîyar kir:

“ Jibo ku guhertin û veguhertinê xurtir bikin û bi biryardarî bidomînin, têkoşîna hevpar û yekbûyî ya hêzên ked, aştî û demokrasî girîng e.”

Herwiha di peyama prensîbên tifaqê de hat gotin ku gelên Tirkîyê di navbera Tifaqa Gel û Tifaqa Millet de, ne mehkûmî gotarên nefret û cudakarîyê ne.

“Em dikarin li ser bingeha nirxên ked, aştî, azadî û demokrasî, nîzameke civakî ya ku gel serdest e, ava bikin. Bidestxistina vê yekê bi hêza beşên civakê yên bindest û yên têne tepeserkirin pêkan e. Di çarçoveya vê ferasete de em hemî kesan vedixwînin têkoşîna hevpar û yekbûyî."

Bi vê yekê ve girêdayî peyam û axaftinên serokên partîyan jî bi heman şeklî li ser tekoşîneke hevpar ya jibo ked, aştî, azadî û demokrasîyê bû.

Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (4)
Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (4)


Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan dîyar kir ku wê hemî kilidên li pêşîya demokrasî vekin û wê dîyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin.

" Em bo afirandina axeke ku lê ne şer aştî pêk tê, tên. Em bo çareserîya demokratîk ya pirsgirêka Kurd tên. Em jibo ax, av û darên xwe ji talankirinê rizgar bikin tên. Em jibo Dayika Emîne, Dayikên Aştîyê, Dayikên Çorlu, Dayikên Roboskî tên. Em jibo siberoja ciwanan, jibo Mahsa Emînî ya ku jiber porê wê xuya bû û hat kuştin tên. Armanca me demokrasîya rasteqîn e, rêya me rêya sêyê ye. Çoş û vîyana çareserîyê di vê salonê de li cem me hemûyan heye.” Buldan got.

Serokê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) Erkan Baş jî anî ziman ku êdî di vê pêyvajoyê de, gel dê ne temaşevan be ,lê ewê rasterast wek aktor cîh bigire.

"Îro em vê tifaqê radigihînin. Yên li derve, dibe ku bêjin tifaqeke nû hat avakirin. Lê, divê neyê ji bîrkirin: Dibe ku li Tirkîyê tîfaqa herî nû em bin, lê li ser vê axê tifaqa herî bi kok em in." Baş got.

Seroka Partîya Tevgera Kedkaran (EHP) Ozge Akman jî destnîşan kir ku tifaqa Ked û Azadî wê bo siberoja Tirkîyê bibe rêyek nû ya herî baştir.

“Tifaqa Ked û Azadî ji encamên qeyrana aborî heta mafên karkeran, ji bidestxistina mafên Kurdan û mafên LGBTÎ+Q’yan û hemî pirsgirêkên din dê bibe rêya serekî û ewê vê bernameya xwe pêk bîne.” Akman got.

Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (2)
Dîmeneke ji bernameya dîyarkirina Tifaqa “Ked û Azadî", 24 îlon,2022, Tirkîye,Stenbol (2)


Bernameya dîyarkirina tifaqa Ked û Azadî bi coşekî mezin bi axaftina serok û nûnerên partîyên din û bi wêneyên komî bi dawî bû .ya.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Li Tirkîyê 6 Partîyan Tifaqa ‘Ked Û Azadî’ AvaKirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
XS
SM
MD
LG