Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFAD Radighîne ku li Bakurê Tirkîyê Erdhejeke 5,6 Çêbûye


Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê ragihand ku îro Pêncşemê li Tokat ya li bakurê welêt erdhejeke bi mezinîya 5,6 çêbûye.

AFAD’ê dîyar kir ku navenda erdhejê Sulusaray e û erdhej li 5,25 kîlometre kûrahîyê hatiye tomar kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya got ku walîyê Tokatê û AFAD û sazîyên din yên peywendîdar ser erdhej û bandorên wê vekolînê dikin.

Yerlîkaya dîyar kir ku erdhej li Samsun, Yozgat, Çankiri û Çorumê jî hatiye hîs kirin.

Li Tokatê bi saeta herêmî di 01:06 de erdhejek çêbûbû.

Yerlîkaya piştî wê erdhejê dîyar kiribû ku li herêmê ti xisar çênebûye.

Jêder:

XS
SM
MD
LG