Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Dixwaze Tirkîyê Komkujîya Enfalê Nas Bike


Parlemantera Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partîyê) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, jibo ku komkujîya Enfalê bi fermî were nasîn, pêşnîyara qanûnekê pêşkêşî Parlemana Tirkîyê kir.

Parlemantera Kurd Sayyîgît bi vê pêşnîyara qanûnê armaç dike ku komkujîyên li hember gelê Kurd pêkhatî bi awayekî fermî werin nas kirin.

“Li seranserê cîhanê hejmarek zêde komkujî pêk hatine û piranîya wan ji alîyê dewletan ve hatine nas kirin. Lê komkujîyên li hember Kurdan, nehatine nas kirin. Jiber wê helwesta me ya bo Enfalê jiber berpirsyarîya netewî ye. Gelê başûrê Kurdistanê xwîşk û birayên me ne. Tiştê li wan tê kirin, li me jî tê kirin. Em jî wek parlemanterên Kurd, di meclîsa Tirkîyê de li ser navê milyonan daxwaz dikin ku Enfal wek jenosîd were pênase kirin.”

Pêşnîyara qanûnê di destpêkê de diçe ber destê komîsyona meclîsê û ger komisyon erê bike, ew pêşnîyar diçe rojeva parlemana Tirkîyê. Li Parlemanê jî da ku pêşniyara qanûnekê were qebûl kirin divê ku ji 600 parlemanteran herî kêm 301 parlamanter erê bike. DEM Partîyê 57 parlamanter hene û nikare bi serê xwe qanûnekê derbixe. Bê guman jibo derxistina vê qanûnê divê ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ku bi 265 parlemanteran partîya desthilatê a parlemanê ye, piştgirîyê werbigire. Sayyîgîtê got ku helwesta AKP ya li hember Enfalê dê nêzîkatîya wan ya li hember gelê Kurd bi eşkere nîşan bide.

“Ger ku Tirkîyê vê pêşnîyara qanûnê bipejirîne; ewê bibe destketina hemî mirovahîyê. Lê jibo gelê Kurd helwesta hikûmeta AKP’ê ya li ser vê pêşnîyarê wek testek e. Ger Enfal weke jenosîda Kurd were nasîn, dê polîtîkayên dijminahî jî biguhere. Heya ku ev tiştên sembolîk neyên qebûl kirin, peywendiyên hikûmeta Kurdistanê û Tirkîyê li ser bingehek dilsoz, saz nabe.”

Li gor çavkanîyên dîrokî di navbera salên 1986 û 1989’an de bi fermana Saddam Huseyîn operasyona bi navê Enfal dijî Herêma Kurdistana Îraqê pêk hatibû û bi êrîşên kîmyayî herî kêm 180 hezar Kurd hatibûn kuştin. Tenê di 16 Adara 1988’an de li Helepçe bi çekên kîmyayî 5 hezar Kurd hatibûn kuştin. Hîn jî termên qurbanîyan tê dîtin û bi merasîman ew tên binax kirin.

AA_04_24_24_Enfal
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00
XS
SM
MD
LG