Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê li 3 Bajarok û 4 Beldeyan Wê Hilbijartin Werin Dubare Kirin


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê biryar da ku hilbijartinên herêmî li 7 navendan jinûve çêbin.

YSK dîyar kir ku wê hilbijêrên li 3 bajarok û 4 beldeyan jinûve herin ser sindoqan.

Li gor ragihandina YSK’ê li Pinarbaşi ya Kayserî, Hîlvan ya Ruha, Guzelyurt ya Aksarayê û li Guneykaya Yildizeli ya Sêwasê, Buyukkariştiran ya Luleburgaz ya Kirklareli, Akpazari ya Mazgirt ya Dêrsimê û Saglik ya Merkez ya Aksarayê wê hilbijartin jinûva li dar Kevin.

Hilbijêrên li wan bajar û bajarokan wê 2’yê Hezîranê herin ser sindoqan.

Dema îtîraza awarte ya ya jibo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê di 14’ê Nîsanê de bi dawî hatibû.

YSK wê encamên fermî piştî biryarên ser îtirazan ragihîne.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) di hilbijartinên herêmî de li gor encamên ne fermî 37,77 ji sedê dengan sitand û piştî pirtir ji 20 salan ya bi desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bû partîya yekê ya Tirkîyê.

Karbidestên AKP’ê bang li alîgirên xwe dikin ku reşbîn nebin û bi bîr dixin ku ew di 17 hilbijartinan de bi ser ketine.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG