Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îranê yên Ser Îsraîlê li Tirkîyê Çawa Tên Nirxandin?


Êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê wek li her derê dinyayê, li Tirkîyê jî bi baldarî hatin şopandin.

Tevahîya medyaya Tirkîyê, piştî êrîşên Îranê, yekser li ser televîzyonan dest bi weşanên zîndî kir.

Hikûmeta Tirkîyê, di dema êrîşan da daxuyanîyeke fermî neda. Lê Wezîrê Derva yê Tirkîyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derva yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan û Wezîrê Derva yê Brîtanyayê David Cameron re li ser van êrîşan hevdîtin çêkir.

Tê ragihandin ku Fîdan ji Abdullahîyan daxwaz kirîye ku bila di herêmê de zêde ragişî nebin. Wezîrê Derva yê Îranê, ev fikarê Fîdan di cî de dîtîye û ragihandîye ku operasyonên beravanî yên li dijî Îsraîlê bi dawî bûye, heke Îran rastî êrîşan neyê ewê ti êrîşeke din nekin.

Fîdan, heman fikarên xwe ji Cameron re jî vegotine û her du wezîr jî pêk ve li ser rawestandina reqbûna herêmê hevbîr bûne.

Piştî êrîşan ji alîyên Wezareta Derva ya Tirkîyê daxuyanîyek hat û tê de ev hate ragihandin, “Jibo bertekên li gor hev bin, hewildan hatine kirin.”

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî daxuyanîyek da. Ozel di hesabê xwe yê medya civakî de wiha nivîsî, “Li herêma me êrîşên Îranê û Îsraîlê, ku tevlîhevî derdixin, em bi fikareke mezin temaşe dikin. Li vê derê em bangî her du alîyan jî dikin, bila ji hawirdoreke ragêşîyê dest vekişînin.”

Pisporê polîtîkayên ewlekarîyê Cahît Armangan Dîlek girjîya navbera Îran û Îsraîlê ji Dengê Amerîka re şîrove kir.

Dîlek ragihand ku Tirkîye li hemberî van êrîşan berteke ku pêwîst bike nedaye.

“Do Wezîrê Derva yê Tirkîyê bi Wezîrê Derva yê Îranê re hevdîtin pêk anî. Lê dikarim bêjim ku pêdivîbû ku Tirkîyê li hemberî van êrîşan û geşedanan bertekên tund û vekirî bide. Tirkîye him li hemberî êrîşên Îsraîlê û him jî li hemberî êrîşên Îranê bêdeng ma. Ev jibo herêmê tiştekî baş nîne e. Tirkîye dikare welatên herêmê beralîbike, lê mexabîn Tirkîye bêdeng ma.”

Girjîya Îsraîl û Îranê di çapemenîya Tirkîyê de jî cîyekî fireh girt. Yên ku nêzîkî hikûmetê ne, di sernûçeya rojnamya Akşam’ê de, “Cîhan Di Hişyarîyê De Ye, Tolhildana Balyozxaneya Îranê Ji Îsraîlê Re!”, rojnama Sabahê, “Êrîşên Îranê Bi Kêrî Îsraîlê Hat”, rojnameya Hurrîyet, “Peymana Eşkere ya Îsraîlê ji Îranê Re: Emê Bedêl Bidin” hate nivîsîn.

Di ser nûçeyên rojnamêyên ku nêzî opozîsyonê ne, di rojnameya Sozcu yê de “Alozî di Her Kêlî de Bilind Dibe” hate nivîsîn. Di rojnameya Birgun’ê de jî bêdengîya Tirkîyê ji alîyên qunciknivîsan ve hate rexne kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Îsraîlê li paytaxta Surîyê li Şamê di 1ê Nîsanê de êrîş biribû ser balyozxaneya Îranê. Piştî vê êrîşê jî Îranê gefên bersîvdayînê kiribû û di şeva 13 Nîsanê de jî bi dron û muşekên balîstîk êrîş bir ser Îsraîlê. Li gor pêzanînên fermî yên Îsraîlê ev êrîş ji 99% ji alîyê Îsraîlê ve hatin asteng kirin.

ED_ Iran_Isrl_Tr_NirxNDIB
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00
XS
SM
MD
LG