Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Trump li New York Didome


Darizandina serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê li New Yorkê didome. Di rûniştina Sêşemê de dê arguman werin guhdarîkirin ka gelo Trump biryara dadgehê ya bêrêzkirina şahid û kesên serekî di dozê de qedexe dike, binpê kiriye yan na.

Ev cara yekê ye di dîroka Amerîkayê de ku serekokî berê di dozeke tawankarî de tê darizandin. Doz girêdayî sextekirina belgeyên kompanîya Trump berî hilbijartinên 2016’an e.

Dozger dibêjin ku Trump û parêzerên yên wê çaxê ew yek kir da ku li ser dana pereyan bo Stormy Daniels, aktera filmên porno, binixumînin. Daniels dibêje ku peywendîya wê ya seksî ligel serokê berê yê Amerîkayê hebû.

Dozger herwiha dibêjin ku Trump û parêzerên wî hewil didan ku wê yekê veşêrin da ku bandorê li kempeyna wî ya hilbijartinê neke. Ev bixwe jî li qor qanûna hilbijartinê li wîlayeta New Yorkê tawan e.

Di îfadeya roja Sêşemê de, David Pecker, weşangerê berê yê rojnameya National Enquirer dîsan li pêş dadgehê amade bibe, ku li roja Duşemê jî şahidê yekê bû ku ji alîyê dozgeran ve hate vexwendin.

Dozger Matthew Colangelo roja Duşemê got ku wê “komployê” de, Pecker, Trump û parêzerê berê yê Trump Michael Cohen hewil dida ku raportên ziyander derbarê Trump berî hilbijartinên 2016’an neyên weşandin.

“Me jibo raportan pere dida,” Pecker ji desteya sûndxwaran re got gava ku behsa dema xwe ligel National Enquirer kir. Wî da zanîn jibo raportên ku hêjayî bêtirî 10 hezar dolar bû, “gotina dawî” ya wî bû jibo werin qebûlkirin.

Girêdayî vê dozê, dozger îdîa dikin ku wê rojnameyê 150 hezar dolar da model Karen McDougal da ku mafê çîroka peywendîya wê ligel Trump bikire, û paşê raport belav nekir.

Colangelo di argumanên roja Duşemê de got ku Trump planek danîbû da ku nehêle dengder derbarê peywendîyên wî ligel McDougal û Daniels zanibin. Trump hebûna herdu peywendîyan red dike.

Dozger herwiha da zanîn ku li gor belgeyên ku ew plan dike derxîne, dê desteya sûndxwaran bigihêjin “tenê yek encamekê: Donald Trump di 34 tawanên sextekirina tomarên kar de tawankar e,” ku pereyan bide parêzerê xwe yê wê çaxê Cohen da ku 130 hezar dolar bide Stormy Daniels jibo bêdeng bimîne.

Trump di dozê de gotiye ku ew hember van 34 tawanan ne gunehkar e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump berbijarê çaverêkirî yê Partîya Komarî jibo hilbijartinên serokatîyê yên 2024’an e.

Todd Blanche, parêzerê Trump, ji sûndxwaran got ku “Serok Trump bêsûç e. Serok Trump ti tawan nekiriye.”

Balanche herwiha dîyar kir ku “ne şaştî ye ku mirov hewil bide bandorê li hilbijartinê bike. Ev demokrasî ye.”

Wî got ku pereyê ku Cohen wergirtibû ne jibo tawîzkirina 130 hezarên dolarên ku Cohen dibêje daye Stormy Daniels, lê belê jibo heqdestên qanûnî yên Cohen bû.

Dadwerê Dadgeha Bilind ya New Yorkê Juan Merchan roja Duşemê biryar da ku eger Trump bixwaze li darizandinê îfadeya xwe bide, hingê dê dozger karibin pirsan derbarê dozên sivîl yên berê li dijî wî bikin.

Li gor şîreta parêzerên wî, dê Trump biryarê bide ka ewê di darizandinê de bibe dîdevan yan na.

Ji bilî vê dozê, sê dozên din yên tawankarî li dijî Trump hene. Lê ev darizandina ku niha tê kirin dibe ku ya bitenê be ku berî hilbijartinên serokatiya Amerîka li Mijdarê pêk were.

Tê çaverêkirin ku ev darizandin bi kêmî pênc hefteyên din dirêj bike. Jiber ku Trump neçar ku li dema darizandinê li dadgehê amade be, ev doza New Yorkê dê bê guman dema wî jibo kempeynkirina hilbijartinên serokatîyê sînordar be.

XS
SM
MD
LG