Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Yekemîn Konferansa Rojnamevanî de Derket Pêş Raya Giştî


Serokê hilbijartî Donald Trump roja Çarşemê bo cara yekê piştî hatî hilbijartin di Konferansek rojnamevanî de derket pêş raya giştî.

Trump car din raportên rojnamegerî yên derbarî ku Rûsiya pêzanînên giring û tengavkar derbarê jiyana wî ya şexsî û ya malî de hene red kir û da zanîn ku gelek pêzanînên nerast hene, dibe ku ew pêzanîn ji aliyê saziyên Îstîxbaratê ve hatine weşandin.

Trump di yekemîn derketina wî di Konferansa rojnamegerî de got pêzanînên nerast û derewkar derbarê wî de hatine belav kirin.

Derbarê pirsekê Trump red kir ku têkiliyên wî yên karsazî yên deyin û dolan li gel Rûsiya hebin, Trump got"dema em bixwazîn têkliyên karsaziyê li gel Rûsiya girê bidîn, karek pir rihete em dikarîn, lê da ku têkilbûna berjewendiyên pêk neyê, ew wê nakin".

Derbarê peywendiyên wî û serokê Rûsiya Vladimer Putin, Trump got dema Putin hezkiryê Trump be ev tiştekî başe "Jiber ku ev dê alîkar be jibo hevkariya baû di navbera herdu welatan de, ji gelek aliyan de, ji wana şerê li dij terorê". Trump got Rûsiya dê zêdetir rêzê li Amerîka bigire dema ew lîder be, herweha got "Vê desthilatê DAIŞ afirand, jiber ku di demek pir xerab de ji Îraqê derket, bûşhiya heyî bo sedema peydabûna wê rêxistinê.

Derbarê Korsaniya Rûsya ya li dij datayên Demokratan, Trump got, li gur lêpirsîn û lêkolînên Îstîxbarata Amerîkî, belê Rûsiya berpirse ji wî karî, herweha got dibe Çîn jî berpirs be, Trump rexne li Îdara Demokratan girtin û got sûcê wane ku giringî nedan bernamên taybet yên bersing girtina korasniya Înternêtê û Demokrat nikarîne pêzanînên xwe biparêzin.

Di beşekî axfitinên xwe de Trump bal kişand ser pirsa abûriyê û pesina xwe da û got"Ew berhemdarê herî li pêşe yê peydakirina wezîfan" û da zanîn ku dê gelek kampaniyan vegerîne ser axa Amerîka û gelek projeyan bi afirîne.

XS
SM
MD
LG