Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkeftina CHP’ê Wê Bandoreke Çawa Bide Ser Sîyaseta Tirkîyê ?


CHP Turkey
CHP Turkey

Pisporên sîyasî radigîhînin ku piştî hilbijartinkên şaredarîyê, dê li Tirkîyê rewşeke nû dest pê bike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê Parîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel ji ber cejna remezanê cara yekem e ku li ser telefonê qise kirin. Tê ragihandin ku Ozel ji Erdogan re gotîye ku “Heke rêya dîyalogê vekirî be wê baş be.”

Serokê Şaredarîya Bajarê Mezîn yê Stenbolê Ekrem Îmaoglu jî, ji ber cejna Remezanê serdana bajarê xwe Trabzonê kiribû. Îmamoglu li wê derê ragihand ku piştî hilbijartinan dewreke nû dest pê kirîye.

Îmaoglu got, “Demokrasî me hemûyan dike wek hev. We li ser sandiqan mohra xwe li ser hêvîyeke nû da. Ji vir û pê de dê demeke nû dest pê bike.”

Di nav civaka Tirkîyê de, bêtir jî ji alîyên layengirên CHP’ê ve Îmamoglu piştî 4 salan şûn de wek Serokamarê Tirkîyê yê nû tête gotûbêjkirin. Ew van hêvîyên xwe bi encama hilbijartinê ve girê dide.

Piştî 47 salan şûnda CHP cara yekemîn li Tirkîyê ji 37.77% deng girt û bû partîya yekemîn. Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî piştî 22 salan ji 35.49% deng girt û bû partîya dûyemîn.

Li tevahîya Tirkîyê 81 bajar heye; CHP’ê 21 bajar, AKP’ê jî 12 bajar bidest xistin. Lê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, piştî hilbijartinê ragihandibû ku di nav dengên wan de hin dengên emanet ango sparde ne.

Li ser hilbijartinên şaredarîyê hê mehek neborîye ku, li ser encamên pêkhatî nîqaş li ser nîqaşan tên kirin. Bêtir jî li ser serkeftina CHP’ê tê rawestin. Tê pirsîn ku gelo CHP çawa bû ku ev qas serkeftî derket?

Kodên vê serkeftina CHP’ê zanyarê sîyasî Emrah Gulsunar ji Dengê Amerîkayê re nirxand. Ew radigîhîne ku aborî êdî li Tirkîyê wek mijara sereke derdikeve pêş. Li gor wî aborî êdî dikare opozîsyonê bike partîya yekemîn, desthilatîyê jî bike partîya duyemîn.

Gulsunar got, “Li Tirkîyê hawirdoreke berberîbûn heye. Ev hawirdor êdî wisaye ku pir kes wek alîgirîya tîmên futbolê partîyan digrin. Bi ya min sedema vî rewşa aborîya Tirkîyê ye. Encama vê hilbijartinê ev yek dîyar kir. Ez bawerim desthilatîyê jî ji vê derê ji xwe re encamek derxist.”

Hin pispor sîyasî, serkeftina CHP’ê li gel rewşa aborîyê bi daxwazên gorankarîyê re jî girêdidin. Ew radigîhînin ku desthilatîyên dirêj li ser gelek kesi êdî bandoreke ne baş durist dike, ku AKP 22 sal in, bê navbir desthilate û gel êdî dixwaze ku guhertin çêbe.

Ji ber vê jî Ozer dibêje, “Êdî banê bi cam şikest.” Ew bi vê yekê angaşt dike ku dawî li desthilatîya AKP’ê hatîye.

Zanyarê sîyasî Suat Ozçelebî jî serkeftina CHP’ê û dahatûya van hilbijartinan ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir. Li gor Ozçelebî, CHP’ê êdî qalibên xwe yên berê şikandîye û sîyaseteke nû daye pêşîya xwe.

Ozçelebî got, “Ev hilbijartin bê nîqaş serkeftina CHP’ê ye. Di nav 5 salên dawî de CHP’ê hawirdoreke ewle saz kir û bandoreke mezin li ser hilbijeran veda. Profîlên endamên şaredarîyê jî gelek baş hate dîyarkirin û bandor da ser hilbijêran, ku Ekram Îmamoglu û Mansûr Yavaş jî du mînakên girîng in.”

Him di nav çapemenîya Tirkîyê de û him jî di nav sîyasetê de êdî siberoja Tirkîyê tê nîqaşkirin.

Heke li Tirkîyê hilbijartin serokomarîyê di dema xwe de werin çêkirin li gor qanûnên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan êdî nikare bibe namzedê seromarîyê. Ji ber vê jî hin pisporên sîyasî û layengirên CHP’ê Ekrem Îmamoglu wek serokomarê bê dibînin.

Raporta Deng/Eyyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00

XS
SM
MD
LG