Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên 14'ê Gulanê li Tirkîyê Û Rewşa Dengdanê li Ewrupa


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê li Tirkiyê(YSK) derbarê hejmara dengderan bo hilbijartinên 14ê Gulana 2023ê, daxuyanî dabû û zelal kirbû ku hejmara welatiyên Tukriyê yên li derveyî welat û deriyên sinorê ku mafê dengdanê heye 3.416.098 kesin.

Bi şêweke giştî dengderên nava welat û derveyî welat li gor (YSK)ê 64.113.941 dengder hene, ji wan 60 melyon û 697.844 kes di nava welat de dê mafê dengdanê hebe.

Welatiyên Tirk yên ku li derve dijîn dê bikarin li 73 welatan û li 156 nûnertiyên biyanî dengê xwe bo hilbijartinên 14ê Gulanê bidin

Dengdan li derveyî welat û deriyên sînorî roja 27ê Nîsanê hatbû destpêkirin û roja Sêşemê 9ê Gulanê bidawî dibe.

Piraniya Welatiyên Tirk li wletên Yekîtîya Ewrupa dimînin, bi taybet li Almanya û Fransa, ku herî zêde li Almanya dijîn ku hejmarek zêde ya kurdên welatiyên Tirkiyê li Almanya hene.

Li gor çavdêr û pisporên hilbajiratinên Tirkiyê li derveyî welat de rikberî û hevrikiyek mezin di navbera alîgirên Partiya Desthilatdar AKPê û yên partiya nêzî Kurdan HDPê, ku di van hilbijartinan de Partiya Çep ya Kesk de zêde ye.

Fayiq Yagizay Nûnerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Yekîtîya Ewrupa dibêje, "li Strassborg a Fransa rojên hefteyê 5 sindoqên dengdanê tên danîn û û dawiya hefteyê jî dibin 10 sindoq, heta niha problêmek dernekîteye, her çende destpêkê pevçûn di navbera ciwanên kurd (aligirên Partiya Çep ya Kesk) û grûpeke nijadperistan de derket, lê zû em ketin nav û me çareser kir." Yagizay dibêje.

Fayiq Yagizay Nûnerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Yekîtîya Ewrupa
Fayiq Yagizay Nûnerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Yekîtîya Ewrupa

Yagizay dide zanîn ku rewşa dengdanê baş derbaz dibe, "dengdan bi şêweke baş hatîye organize kirin, heta 6ê mehê nêzî 30% deng hatbûn dan, li gor hilbijartinên derbazbûyî ku rêjeya dengdanê giha bû 48%, lê vê carê ango heta 9ê meha Gulanê ewê zêde bibe yan na, lê elaqeta milet vê carê pirrtire."

Yagizay dibêje, ku pirsa dengdan û danîna sindoqan ji welatekî Ewrupa bo yê din cûdaye, li bajar û herêman jî dîsan cûdahiya danîna hejmara sindoqan û rojên dengdanê ferqî dike, li her welatekî li gor rewşa heyî dengdan pêk tê.

Lêkoler û Rojnamevan Faysal Dagli ji Rojavayê Almanya dide zanîn ku li 73ê welatan nêzî 3 melyon û nîv dengderên derveyî welat hene bo hilbijartinên 14ê Gulanê, zêdetirî nîva hejmara dengderên derveyî welat li welatên Yekîtiya Ewrupa dimînin û herî zêde jî li Almanya.

Daglî di wê bawerê de ye ku li gor rêjeya hilbijartinên Tirkiyê yên derveyî welat yên derbazbûyî vê carê jî partiya Erdogan di rêza yekê de be û alîgirên HDP (Partiya Çep ya Kesk) di rêza duyê de be bo deng stendinê.

Daglî derbarê dengdana jibo Serokomariyê nêrînên xwe parve dike û dibêje, "li Ewrupa Erdogan dê di rêza yekeê de be û Kilicdaroglu di rêza duyem de."
Daglî got ku dengdana li derveyî welat li gor herêmên hilbijartinê yên di nava Tirkiyê de tên şandin, li Tirkiyê 78 herêmên hilbijartinê hene, ew dengên derveyî welat li wan herêman belav bibin li gorî nifûs û qeyda welatiyên li derve kanê ew ji kîjan herêmê ne, ewê dengê wan li wan herêman belav bibin, lê nayê zanîn kanê ewê çend nûneran derxînin.

Faysal Dagli - Lêkoler Û Rojnamevan-Almanya
Faysal Dagli - Lêkoler Û Rojnamevan-Almanya

Daglî dibêje, jiber ku hejmara Kurdên welatiyên Tirkiyê li Ewrupa zêde bûne, bi taybet li Almanya, ewê dengên HDPê ku di van hilbijartinan li ser navê (partiya Çep ya Kesk) beşdar bibe, zêdetir bibin û dengên Erdogan û AKPê kêmtir bibin ji hilbijartinên berê.

Faysal Dagli dide znaîn ku di hilbijartinên berê de Erdogan dihat Almanya û kampeynên mezin yên hilbijartinê didan meşandin, lê vê carê dewleta Alma ew rê ne da Erdogan ku berî hilbijartinan were Almanya û weke berê propaganda hilbijartinan bike û ev yek li ser navê wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock hatbû ragihandin, weke Daglî dibêje.

Dagli derbarê kanê mediya Ewrupa çawan behsa hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê Gulanê dike got "ku, kenal, rojname û kovarên nas kirî yên Ewrupa bi şêweke rexenyî li hember AKP û serokê wê Erdogan radiwestin, weke mînak rojname û kovara naskirî ya Almanya (Der Spiegel) gotarên rexneyî yên tund li dij Erdogan weşandin û ew rexne kir, herwiha dibêje rojnama Almanî (Bild) ku zêde tê weşandin û xwendin, pirsek ji dengderên welatiyên Tirk kirbû û pirs weha bû, balkêş bû: Hûn li Ewrupa di nav azadîyê de dijîn، lê li welatê xwe deng didin diktatorekî...çima?"

Daglî dîsan bal kişand ser gotara rexenyî ya kovara Brîtanî (The Economist) hejmara hefteya derbazbûyî û rexneyên wê li hember Erdogan, ku ew gotar bûye sedema derketina hin aloziyên dîplomasî di navbera Tirkiyê û Brîtanya de.

Birêz Ahmed Dere Lêkoler û Rojnamevan ji Fransa dibêje, li Fransa nêzîkê 400 hezar hilbijêr hene. Ev hilbijêr li 6 xalan çûn ser sindoqan. Paris, Marsilya, Strasbourg, Lyon, Nantes û Bordo.

Çavdêrê Siyasî Ehmed Dere
Çavdêrê Siyasî Ehmed Dere

Qasê ku tê zanîn heta îro 8ê Gulanê nêzê %70 hilbijêr çûne ser sandoqan, li gor hilbijartinên derbazî bûyî tê wateyê ku bo hilibjartinên 14 Gulanê 2023ê li Fransa di asta herî bilind de dengder çûne ser sindogan û dengê xwe dane.

Dere dibêje, li Almanya nêzê 1,600, 000 hilbijêr hene. Li tevahiya Ewrupayê nêzê 3 milyon hilbijêr hene. Qasê ku tê zanîn îsal %70-75 hilbijêr çûne ser sandoqan.

Li dor alozî û binpêkirinên dengdana li Ewrupayê Dere dibêje, li pirr deran kesên nêzê AKP'ê xwastin provokasyonan çê bikin. Bi taybetî li Fransa û li Holanda, lê ji ber stendina tedbîrên baş pisgirêkên cidî çênebûne.

Lêkoler û pisporê grûpên Îslamî li Tirkiyê Îsmet Svêreklî ku li Berlin dimîne, dibêje ku hilbijartinên vê carê dê cûdahî hebe ji yên berê, ji ber ku dengderên ku vê carê hatine ser sindoqan bi taybet li Almanya û piraniya welatên Ewrupa dibînin ku guhertina desthilatê li Tikriyê ferze.

Ismet Svêreklî - Lêkoler û Pisporê Grûpên Îslamî li Tirkiyê
Ismet Svêreklî - Lêkoler û Pisporê Grûpên Îslamî li Tirkiyê

Svêreklî weha dibîne ku li gor şopandina wî vê carê dê dengên Erdogan û AKPê kêmtir bibin ji yên berê, jiber ku berê opozisyonek weha rêxistî nebû, niha bi berbijariya Kemal Kilicdaroglu bo Serokomariyê ji CHPê û piştevaniya partiyên din yên opozisyon dê bibe sedem ku vê carê opozsyon ser bikeve.

Lê li gor dîtina Lêkoler û Rojnamevan Faysal Dagli dê bi zehmet be ku opozisyon xwe bigehîne desthilatê ji ber ku niha li Tirkiyê Erdogan û desthilat kontrola her sazî û tiştî dikin, eger bi dek û dolaban ma be ewê desthilatê ji dest nedin.

Wî bal kişand ser saziya (YSK) Komisyona Bilind ya Hilbijartinan li Tirkiyê ku nêzî dewletê ye û biryara wê di ser ya dadgerîyê re ye kes nikare tanê li biryara YSKê bide ev jî pirsgirêke weke Dagli dibîne.

XS
SM
MD
LG