Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Wê Bi Dehan Kes Bi Tawana Girêdana Daişê Girtin


Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya roja Yekşemê got, di operasyonên ku li çar parêzgehan hatin kirin de, desthilatdarên Tirk 36 kes bi gumana têkiliyên bi Dewleta Îslamî Daişê re girtin.

Yerlikaya di posta xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de got ku polîsan dest danîne ser gumanbarên ku hat dîtin di nav Dewleta Îslamî de çalak in, ji bo ku alîkariya piştgiriya darayî û peydakirina pêdawîstiyan ji komê re kirine.

Wezîr got, di çarçoweya operasyonan de, polîsan dest danîn ser gelek tivingên bê rêdan û fîşekên wan.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG