Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Biryarên Dawî yên Hilcivîna Rêberên YE Qebûl Nake


Alên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Tirkîyê
Alên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Tirkîyê

Wezareta Derve ya Tirkîye ser biryarên Hilcivîna Yekîtîya Ewrupa (YE) yên di 17-18'ê Nîsanê de berteke tund nîşan da û got ku pêşveçûna têkilîyên Brûksel û Enqerê, bi girêdana kêşeya Qibrisê xelet e û Enqere wê ti carî têgihiştine wiha qebûl neke.

“Têgihiştineke bi vî rengî, ne bo çareserîya vê keşeyê û ne jî yên herêmî û cîhanî nikare alîkarîyek erênî û avaker bike, “ wezaretê got.

Konseya Ewrupa, di 17-18'ê Nîsanê de li Burkselê Hilcivîna Taybet ya Serokên Dewlet û Hikûmetan ya YE (EUCO) darxist, da ku tekilîyên xwe yên bi Tirkîye, Ukrayna, Rojhilata Navîn û Lubnanê gotûbêj kirin.

YE encamên gotûbêjên ser Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir û got ku peydakirina aramî û ewlekarîya li Rojhilata Derya Spî û têkilîyeke hevkar û sûdmend ya bi Enqerê re, di berjewendîya stratejîk ya Blokê Ewrupî de ye.

“Di vê çarçovê de, YE taybetîyeke girîng dide destpêkirin û pêşveçûna danûstandinên çareserîya Qibrisê, bi armanca ku hevkarîya bi Tirkîyê û YE were berfireh kirin, “ reberên Ewrupî ragihand.

Reberan herwiha balkişand ku YE pabendî çareserîyek berfireh ya kêşeya Qibrisê ye. “Di çarçoveya biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û li gor prensîbên ku Yekîtî li ser hatine damezrandin û ser bingeha qanûnên wê, “wan ragihand.

Wan herwiha dîyar kir ku YE amade ye ku bi hemû derfetên xwe piştgirîyê bide, pêyvajoya bo çareserîya kêşaya Qibrisê ya bi pêşengîya NY.

Wezareta Derve ya Tirkîyê di bersivdayîna xwe de ev biryarana rexne kir û wek nebûna nêrîna stratejîk ya YE'yê ser Tirkîyê û ya pêşveçûnên cîhanê bi nav kir.

“Tirkîye mîna welatekî berendam, pabendîya bo endamtîya YE didomîne. Lê, em sînordarkirina bijartî ya hevkarîya dualî ya bi girêdana hin hereman red dikin,“ wezaretê got.

Gelek sazîyên sivîl yên Tirkîye jî biryarên EUCO rexne kirin ku jibo pêşketîna tekîlîyên Enqerê û YE regêheke objektîf û avaker pêşkeş nake, bi taybet nûjenkirina peymana gumrikê.

Li gor gelek şirovekaran gelek zahmete ku Tirkîye biryarên YE bi cîh bike, ji îdiaya du dewletên serwer yên li Qibrisê veguherîne yek dewletê ya bi du civatan.

“Ger li Tirkîyê hikûmeteke nû hebûya, belkî siyaseteke nû bihata danîn, lê heta ku hikûmet neguhere ev yek hinekî zehmet xuya dike. Wê demê ev tê wê wateyê ku têkilîyên bi YE re wê wekî xwe bidomin, “ Selîm Kuneralp, balyozê berê yê Tirk got.

Lê, Aslî Aydîntaşbaş pispora Enstîtuya Brookings ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ev tevlî daxuyanîya Enqerê û nirxandinên neyînî nabe.

“Ez ji wezareta derve cuda difikirim. Bi rastî jî encama civîna YE rê li ber têkilîyeke nû ya stratejîk di navbera Tirkiye û Rojava de vedike, bi taybet jî bo nûjenkirina peymana gumrikê bi Enqerê re, “ Aydîntaşbaş ji Dengê Amerîka re got.

Pispora têkilîyên YE û Tirkîyê Aydîntaşbaş bawer dike ku YE biryara ser Qibrisê jibo razîkirina opozîsyona di nav xwe de girtîye, lê bo Enqerê derfetek e.

“Tirkîyê bi salan e li Qibrisê alîyekî danûstandinan e. Enqere divê ji YE bêje, de werin meydanê em gotûbêj bikin. Di hawîrdora kaosa jeopolîtîk de, Tirkîye dikare bi Rojava re bigihe xalekî aramtir û sûdmendtir. “ wê got.

Aydîntaşbaş balê dikşîne ku di van salên dawî de di navbera Tirkîyê û YE de, heyameke alozdar heye, lê divê her du alî jî vê li paş xwe bihêlin û nêzîkatîyek stratejîk/aborî pêşve bixin.

“Lê jibo vê, bawerî bi Tirkîyê girîng e. Divê Enqerê bo avakirna bawerîyê hin gavan bavêje, mîna bicîh kirina biryarên dadgehên Ewrupî, vegera serwerîya hiqûqê, “ Aydîntaşbaş got.

Li gor Pispora Brookings Aydîntaşbaş YE, Tirkîyê wek endameke siberojê ya Blokê nabîne, lê dixwaze tekilîyan ser têgihiştana bazarîyê ya rejeyî pêşde bixe.

“Lê, di dawîya rojê de Ewrupa di van mijaran li Amerîka dinêre. Loma divê Enqere têkiliyên bi Rojava re bi giştî binirxîne. Herwiha serdanên serokê Almanî bo Tirkîyê û yê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jibo Washington gelek girîng in, da ku em nêzikatîya Enqerê bibînin, “ wê got.

Aydîntaşbaş dibêje ku ger Tirkîye helwesta xwe nerm bike, dibe ku YE jî piştî hilbijartinên Parlamena Ewrupa hin gavên erênî bavêje.

XS
SM
MD
LG