Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîya Reqabetê ya Tirkîyê Jiber Lêpirsîna Parvekirina Daneyan 37.2 mîlyon Dolar Ceza Dide Kompanîya Meta


Logaya kompanîya META û platforma wê ya Instagram
Logaya kompanîya META û platforma wê ya Instagram

Sazîya pêşbazîyê bazirganî ya hikûmeta Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku wê li Kompanîya META 37.20 mîlyon dolar ceza birîye, wek encama du lêpirsînên ser jimareke platformên kompanîyê.

“Piştî ku hat piştrastkirin ku META bi berhevkirina daneyên ku ji platformên Facebook, Instagram û WhatsAppê, pêşbazîyê hevrikên xwe yên di bazarên medya civakî û reklamê yên onlaynî de dixebitin, dijwar dike.Biryar hat dayîn ku META ku li ber ketina bazarê astengîyan ava dike,“ Sazîya Tirkîyê got.

Sazîya hikûmeta Tirkîyê got ku wê li Facebook, Instagram û WhatsAppê 27.84 mîlyon dolar û li platforma Threads jî 10. 418 dolar ceza birîye, jiber bicîhnekirina xalên pêyvajoya lihevhatinê û lepirsînên parvekirina daneyan.

Sazîyê di Rêbandanê de lêpirsînek dabû destpê kirin, jiber binpêkirina pêkan ya qanûna pêşbazîyê ku platformên Instagram û Threads daneyan di navbera xwe de parve û berhev dikin.

Sazîyê di Adarê de dijî META tedbîrek demkî ragihand ku parvekirina daneyan di navbera wan her du platforman de, asteng kir.

Piştre META yê ragihand ku wê ji 29ê Nîsanê û pê ve platforma Threads, li Tirkîyê bi awayekî demkî daxe ku biryareke fermî ya hikûmeta Tirkîyê bi cîh bîne.

Sazîyê herwiha bal kişand ku, karîner wê karibin daneyên xwe di navbera Facebook, Instagram û WhatsAppê de, bi dilxwazî berhev bikin û bikin yek û wê di derbarê karanîna daneyê de werin agahdar kirin.

Herwiha karîner wê karibin her dem pivanên xwe biguherînin, ger hewce bike, ji ser "navendek hesaban" ya platforman, li gor biryara sazîyê.

Di Rêbendanê de, sazîyê bo her rojê 160 hezar dolar li Meta birî, jiber pêşnekirina belgeyên pêwîst di lêpirsînek din ya berê de.

Herwiha di Adarê de jî, sazîyê jiber agahdarnekirina karîneran ser parvekirina daneyan rojane 148.8 dolar 4,8 ceza birîbû.

Ev her du ceza jî di 3’ê Gulanê de bi dawîbûn, piştî ku sazîyê pêşnîyarên META qebûl kiriye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG