Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îmaratê Keşêyên jiber Bahoz û Lehîya Xurt Didomin


Dîmeneke ji paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb Dubaî, piştî bahoz û lehîya herî giran ya di 75 salên wî welatî, 17 Nîsan 2024.
Dîmeneke ji paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb Dubaî, piştî bahoz û lehîya herî giran ya di 75 salên wî welatî, 17 Nîsan 2024.

Li Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) îro Pêncşemê hîn jî keşêyên jiber bahozeke nedîtî ya vê hefteyê didomînin, ya ku roja Sêşemê qewimî û li welatê çoldar jîyan hema hema da sekinand.

Bahoza ku roja Yekşemê li welatê cîran Umanê xist, roja Sêşemê hat Îmarat, ku hat ragihandin 20 kes li Umanê û yek jî li Îmaratê mirine.

Piştî bahoza pir tund ya nedîtî, li serenserî Îmaratê baraneke pir giran destpê kir,ku barîna herî zêde û dirêj ya 75 salên dîroka wî welatî bû. Bi sedema baranê lehî çêbû û li gelemperîya Îmaratê zararên mezin yên wêranker pêk hatin.

Bi sedema lehîyê gelek welatî di di trafîkê, kargeh û malan de asê man. Gelek rê, mal, karsazî, navend û cîhên din, di bin avê de man, wêran bûn.

Firokxaneya navneteweyî ya paytext Dubaî, ku navendek rewîtîyê ya serekî ye, ji xizmetê derket; pîst hilweşîyan, firîn hatin betalkirin û rewî asê man.

Lê, karbidestên Îmaratî ragihandin ku xizmetên firokxaneya Dubaî îro jinûve bi qismî hatine destpêkirin, dema bo vegerandina jîyana rojane ya normal, xebatên serastkirina rêk, enerjî û yên din berdewam dikin.

Serokê Îmarat Şêx Muhammed bîn Zayed El Nahyan ragihand ku wî ferman daye zararên jiber bahoz û lehîyê werin nirxandin û karbidest piştgiriyê bidin malbatên ku bandor bûne.

Prensê Cîgir yê Dubaî Şêx Hemdan bin Reşîd El Mektûm li ser X’ê ragihand ku ewlehîya welatî, niştecîh û mêvanan jibo wan girîngîya herî pêşîn e.

"Di civînekê de, bi karbidestên hikûmetê re li Dubaî, me ferman da, ku jibo bersîvdayîna qeyranên xwezayî yên wek niha neçaverêkirî planên berfireh werin amade kirin," wî got.

Baran li Îmarat û li heremên din yên li Nîvgirava Ereb kêm tê dîtin, ku bi gelemperî hewa çoldar û hişk e, kêm in. Havînê, gelek caran germahî ji 50 dereceyî bilindtir, tê tomar kirin.

Piştî bahoz û lêhîya awarte ya Sêşemê nîqaş destpêkirine; ka gelo tovandina ewran, pêyvajoyek jibo zêdekirina baranê ye, ku Îmarat bi kar tîne, bûye sedema wan bûyerên nedîtî yan na?

Dezgeha hikûmeta Îmarat ku kontrola tovkirina ewran dike –red kir ku wan berîya bahozê kiryarên bi vî rengi pêk anîne.

Hevdem, gelek pisporên jingehê jî, germbûna gerdûnî wek sedama bingehîn ya wan bûyerên hewayê yên giran nîşan didin.

Zanyar dibêjin ku guherîna avûhewayê wê li welatên herêma Kendavê
bibe sedema bilindbûna germahî û rutûbetê û herwiha xeterîyek mezin ya lehîyan derkeve hole.

Welatên mîna Îmarat ku binesazîya avkişandinê ne xurt in dibe ku rûbirûyê zarara herî zêde bimînin, zanyar baltê dikşînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG