Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna ji Hevbendên Xwe Alîkarîya Berevanîyê Esmanî Dixwaze


Ukrayna îro Duşemê bang li hevbendên xwe kir ku jibo alîkarîya ser sîstemên berevanîya esmên gavên ‘’awarte û wêrek’’ biavêjin.

Rûsya di demên dawî de bi dron û muşekan êrîşan dibe ser binesazîya enerjîyê û Kîev jî jibo berevanîya esmên banga alîkarîyê dike, lê hevîyên roj bi roj diçilmisin.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Cmytro Kuleba di konferansa ewlekarî ya Deryaya Reş de jibo berevanîya esmên banga piştgirîyê kir.

‘’Pêdivîya me bi Patriot û sîstemên din yên berevanîyê heye, divê ew demûdest bigihejin destê me. Divê çekên giran û kelûpelên din yên leşkerî jî ji wan re werin. Em bang li hevbendan dikin ku gavên awarte û wêrek biavêjin."

Kuleba dîyar kir ku ew bi berevanîya esmên, esmanên Moldova, Romanya û Polonya jî li hember muşek û dronên Rûsya diparêzin.

Wezîrê Ukraynî do Yekşemê gotibû ku ew jibo pirtir sîstemên Patriot bi dest wan kevin danûstandinan dikin, lê ew bi awayekî giran dimeşin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG