Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Êrîşên Muşekî yên Rûsya li Cherkasy Zarar Dane bi Dehan Avahîyan


Russia Ukraine War
Russia Ukraine War

Karbidestan li navenda Ukrayna îro Pêncşemê radigihînin ku di êrîşên muşekî yên Rûsya de li herêma Cherkasy herî Kêm 6 kes birîndar bûne.

Walîyê herêma Cherkasy Ihor Taburet da zanîn ku enqazên pêla muşek û peqînan zarar dane herî kêm 50 avahîyan.

Li Zaprizhzhia ya li başûrê Ukrayna, ku di bin kontrola Rûsya de ye, karbidestê Moskowê erkdar kiriye dîyar kir ku di êrîşên dronî yên hêzên Ukraynî de du kes hatine kuştin.

Yevgeny Balitsky ji Telegramê got ku êrîş li gundekî li rojhilata başûrê Zaporizhzhia çêbûye.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê dema serdana Wezîrê Darayî yê Brîtanya Jeremy Hunt jiber toleyên Londonê yên dijî Rûsya û paketa alîkarîyê ya pirtir ji 600 mîlyon dolarî spasîya Brîtanya kir.

Zelenskyy dîyar kir kir sîyaseta toleyan girîng e û got ku divê toleyên sînordakirinê çêdikin werin berfireh kirin.

Wî do Çarşemê jî jiber paketa nû ya alîkarîyê ya Amerîka ya 61 mîlyar dolarî spasîya Amerîkîyan kiribû.

VOA ji zarê Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku Washingtonê muşekên taktîk yên balîstîk, ku bi navê ATACMS têne nas kirin, dane Ukrayna.

Muşekên balîstîk bi qasî 300 kîlometre dûr diçin ku ew mesafeya muşekên Ukrayna radikin du qatan.

Wezareta Berevanî ya Amerîka dîyar dike ku muşek ji paketa alîkarîyê ya 300 mîlyon dolarî ya meha Adarê çûne Ukrayna.

Wê wezaretê piştrast nekir ku ewê bi paketa nû pirtir ATACMS herin Ukrayna yan ne.

Du karbidestên Amerîkî ji VOA re piştrast kirin ku Ukrayna roja Sêşemê bi şev muşekên ATACMS bi kar anîne.

Hin sazîyên din yên medya jî radigihînin ku çek cara pêşî hefteya borî dijî navendên Rûsî yên li Qirim ya dagirkirî hatine karanîn.

Karbidest dibêjin ku Amerîka serê vê salê cureyên nû yên ATACMS li stokên xwe zêde kirine ku ew dikare hin cureyên kevn ji Ukrayna re bişîne.

Berpirsîyekî payabilind yê rêvebirîya Washingtonê ji VOA re dîyar kir ku Serok Joe Biden piştî ku dîtiye ku Rûsya bi muşekên Koreya Bakur êrîşan dibe ser Ukrayna berê rêvebirîya daye vê pêngavê.

Jêder: VOA, AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG