Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Êrîşeke Berfireh Dike Ser Navendên Enerjiyê yên li Rojhilatê Ukrayna


Şerê Rûsya li Ukrayna
Şerê Rûsya li Ukrayna

Karbidestên Ukraynî îro Çarşemê radigihînin ku êrîşên dawî yên Rûsya yên bi 55 muşek û 21 dronan li Lviv ya li rojhilatê welêt zarar dane navendeke elektrîkê.

DTEK, ku li Ukrayna kompanîya taybet ya herî mezin ya elektrîkê ye, dîyar kir ku muşekên Rûsî ‘’zararên mezin’’ dane 3 termalên elektrîkê ku tevahîya wan 6 in.

Walîyê herêma Lvivê Maksym Kozytskyi ji Telegramê got ku muşekên Rûsî li herêma Chervonohrad zarar dane ku navendeke çêkirina enerjîyê û li herêma Stryi jî li binesazîya krîtîk ya enerjîyê ketine.

Walîyê herêma Korovohradê Andriy Rakovych jî dîyar kir ku di êrîşên muşekî yên Rûsya de 1 kes birîndar bûye û 13 malan jî zarar dîtine.

Karbidestên li Vinnytsia jî dîyar dikin ku Rûsya êrîş birine ser binesazîya krîtîk.

Artêşa Ukrayna dide zanîn ku berevanîya esmên ji 55 muşekan 39 û ji 21 dronan 20 xistine.

Îstixbarata Ukrayna do Sêşemê ragihandibû ku hêzên Ukaynî plana kuştina serokê welêt Volodymyr Zelenskyy pûç kirine.

Servîsa ewlekarîya dewleta Ukrayna dide zanîn ku du karbidestên leşkerî yên payabilind jiber gumana tilîya di planê de hatine girtin.

Ew serwîs dîyar dike ku plana kuştina Zelenskyy û karbidestên din yên payabilind ji alîyê Servîsa Ewlekarîya Federal ya Rûsya ve hatiye hazir kirin.

Rûsya ser gumanên derbarê karbidestên leşkerî yên payabilind yên Ukraynî ti şirove nekir.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG