Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Êrîşeke Mezin ya bi Dronan Dike Ser Rûsyayê


Şerê Rûsya û Ukrayna
Şerê Rûsya û Ukrayna

Çavkaniyên Ukraynî dibêjin wan serê sibeya Şemiyê êrîşeke mezin birîye ser hin armancan li li Rûsyayê, û Moskow jî dibêje di êrîşê de hêzên wan 50 dronên Ukrayna têkbirine.

Jêderekî îstixbarata Ukraynayê, roja Şemiyê got, ku welatê wan şeva borî êrîşeke firokeyên bêfirokevan li ser Rûsyayê pêk anî, ku navendên enerjiyê yên ku piştgiriya hilberîna pîşesaziyên leşkerî yên Rûsyayê dikin armanc kir.

Çavkaniyê di daxuyaniya xwe ya ji bo Reutersê de destnîşan kir ku di operasyoneke hevpar ya Saziya Ewlekariya Ukraynayê, îstixbarata leşkerî û hêzên taybet da herî kêm 3 bingehên elektrîkê û depoyeke sotemeniyê hatin bombekirin.

Rûsya dibêje di êrîşa serê sibeya îro Şemiyê de wan 50 dronên Ukrayna xistine xwar, AP dîmenên vîdeyoyî weşandin ku tê dîtin agir bi herêmekê ketîye û pêlên agir bilind dibin.

Di heman mijarî de, parêzgarê herêma Smolensk li rojavaya Rûsyayê îro Şemiyê ragihand ku şeva borî droneke Ukraynayê li depoyeke sotemeniyê xist û di encamê de agir pê ket, di heman demê de êrîşek li ser navenda herêmê hat têkbirin.

Li gor ajansa AP, Oleg Smolyakov, berpirsê Navçeya Kardymovsky ya Herêma Smolensk got "Demjimêr duyî danê sibê di encama êrişekê de agir bi depoya petrolê ya Lukoil-Neftîka ket."

Ukrayna ji destpêka salê ve êrîşên xwe li ser mesfa (parzûngehên) petrolê li Rûsyayê, ku duyemîn mezintirîn hinardekarê petrolê ye li cîhanê, zêde kirine, bi mebesta lawaz kirina jêderên enerjiyê ya Moskowê û pereyên ku ji bo artêşê xerc dike.

Parêzgar Vasily Anokhin bi rêya Telegramê ragihand ku dron di saet 2'ê sibê li gor dema Rûsya êrişî bingeheke sotemeniyê li bajarokê Kardemê kir û li tankeke sotemeniyê û ambareke rûnê otombîlan xist.

Wî diyar kir ku karmendên agirkujiyê ji bo vemirandina agir dixebitin û got "Bi saya hewlên hêzên berevaniya esmanî firoke hate xistin, lê ji ber ketina perçeyên (balafirê) agir bi tankekê ket ku sotemenî û rûnên otombîlan têde hebû."

Herwaha got, heta niha ne diyar e ku di encama êrîşê de birîndar hene yan na.

Ukrayna bi fermî nepejirandiye û ne jî red kiriye ku ew êrîşî mesfa û bingehên jêrxaneya li hundirê Rûsyayê dike, lê ew dibêje ku ew bingehên weha armancên rewa ne ku dibin sedema astengkirina hewildanên artêşa Rûsî di demekê de ku êrîşên Rûsî bajar û jêrxana Ukraynayê dikin armanc, di nav de êstgehên enerjiyê.

Jêder: AP/Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG