Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê li Belgorodê Du Dronên Ukrayna Xistine


Russia Ukraine War Kharkiv Attacks
Russia Ukraine War Kharkiv Attacks

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku berevanîya wê li esmanê herêma Belgorodê droneke Ukrayna xistiye.

Hêzên berevanîya esmên dîyar kiribûn ku bi şev jî droneke li ser Belgorodê hatiye xistin.

Walîyê herêma Belgorodê got ku sîrenên esmên lêketine, lê ser encama enqazên dronan ti agahî neda.

Belgorod, ku li sînorê Rûsya û Ukrayna ye, jimareke caran e dibe hedefa hêzên Ukraynî.

Rûsya do Duşemê dîyar kir ku ger artêşa Ukrayna muşekên duravêj yên Brîtanya bi kar bîne ewê êrîşan bibe ser leşkerên Brîtanî yên li Ukrayna û cîhên din.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Cameron hefteya borî serdana Kîev ya paytexta Ukrayna kiribû û gotibû ku hêzên Ukraynî jibo êrîşan bibin ser navendên li Rûsya dikarin çekên dûravêj yên Brîtanî bi kar bînin.

Cameron hefteya borî jî ajansa nûçeyan ya Reutersê re gotibû ku Rûsya êrîşan dibe ser navenda Ukrayna û gotibû ku divê herkes fehm bike ku Ukrayna jibo berevanîyê hewcedar e.

Wî dîyar kir ku Londonê ser karanîna çekên Brîtanî ti hişyarî nedaye Ukrayna.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku wê Balyozê Brîtanî yê li Moskowê Nigel Casey vexwendiye û ji wî re gotiye ku ger Ukayna çekên Brîtanya bi kar bîne ew dikare bersîvê bide leşkerên Brîtanî yên li Ukrayna û yên li cîhên din.

Wê wezaretê dîyar kir ku karbidestên Rûsî bang li rêvebirên Brîtanî dikin ku ‘’gotinên provokatîf’’ yên Cameron red bikin.

Rûsya berê jî gotibû ku ewê ser gefên dewletên Rojavayî û hîndarîyên leşkerî yên NATO yên li nêzî sînorê wê li nêzî sînorê Ukrayna hîndarîya çekên navokî çêke.

Jêder: VOA, Reuters, AP, AFP

XS
SM
MD
LG